Bi destpêkirina hemleya rizgarkirinê hestên Minbiciyan çi bûn?

Welatiyên bajarê Minbicê di pêşbîniyeke xêr û hêviyan de bûn, dema ku Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di 1'ê Hizêrana 2016'an de destpêkirina hemleya rizgarkirina herêma Minbicê ragihand. Welatiyan ji ber tirsa ji hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê hestên xwe veşartin.

Bi destpêkirina hemleya rizgarkirinê hestên Minbiciyan çi bûn?
Bi destpêkirina hemleya rizgarkirinê hestên Minbiciyan çi bûn?
Bi destpêkirina hemleya rizgarkirinê hestên Minbiciyan çi bûn?
Bi destpêkirina hemleya rizgarkirinê hestên Minbiciyan çi bûn?
3 hezîran, 2018   09:07

ISRA REMEZAN – KAMÎRAN XOCE / MINBIC

Bi hatina duyemîn salvegera destpêkirina hemleya "Şehîd Feysel Ebû Leyla" ya rizgarkirina bajar û gundewarê Minbicê di 1'ê Hizêran de aramî û ewlehî li herêmê zêde bûye ku bi pêkanîna armanc û daxwazên hemleyê re pêk hatiye û Minbic ji bin destên hovên DAIŞ'ê hate rizgarkirin.

Welatiyên Minbicê di serdema dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de jiyaneke trajedîk jiyan kirin û bi hêvî li benda rizgarkirina ji destên çeteyan diman.

Nûçegihanên ajansa me ANHA'yê li bajarê Minbicê girêdayî vê boneyê pirsên hestên welatiyan bi destpêkirina hemleyê re ji hin welatiyên Minbicê kirin.

Welatiyê bi navê Muhdî Debiş got ku dema wan nûçeya destpêkirina hemleya rizgarkirina Minbicê li ser ekrenên telefizyonan bihîstin, hesteke bê hempa jiyan kirin û diyar kir ku bi wê ragihandinê re hêviya welatiyan a xilasbûna ji çeteyên DAIŞ'ê mezin kir, lê dîsa jî ji ber tirsa ji hovîtiya çeteyan welatiyan hestên xwe veşartin.

Muhdî Debiş got ku wî bîstikên rizgariyê û dorpêça di taxa El-Serib de ku 73 rojan dom kir, jiyan kiriye û got ku çeteyên DAIŞ'ê ew weke mertalên zindî bikar dianîn. Debiş  da zanîn ku hêviya rizgariyê li ba welatiyan rojane mezintir dibû, nemaze hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê rojane ber bi bajêr ve dihatin.

Welatiyê bi navê Mihemed Hemdo Xelef ku ji welatiyên bajarê Minbicê ye behsa hestên xwe yên di dema destpêkirina hemleya Şehîd Feysel Ebû Leyla kir û wiha got: "Me ala azadiyê dît ku ji me ve nêzîk dibe û tarîtiya çeteyên DAIŞ'ê ku me sê salan jiyan dikir ber bi tunebûnê ve diçû. Welatiyên Minbicê ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê jiyaneke tarî derbas kirin û niha jî di nava aramî û ewlehiyê de jiyan dikin. Destpêkirina hemleya rizgarkirinê ji bo me xaleke dîrokî bû."

ANHA