Li Şehba projeyên aborî

Bi hevkariya Komîteya Aborî welatiyê bi navê Îsa Hac Mihemed kargeheke dirûnê li navçeya Arfad (Til Rifeet) vekir.

Li Şehba projeyên aborî
Li Şehba projeyên aborî
Li Şehba projeyên aborî
Li Şehba projeyên aborî
3 hezîran, 2018   05:07

SOLÎN REŞÎD / ŞEHBA

Piştî ku bi sedhezaran welatiyên Efrînê ji ber hovîtiya êrîşa artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê li dijî kantona Efrînê neçar bûn ku ji malên xwe derkevin. Welatiyê bi navê Îsa Hac Mihemed karibû maşîneyên xwe yên dirûtinê bi xwe re ji Efrînê derbixîne.

Îsa Hac Mihemed niha bi hevkarî û alîkariya Komîteya Şêwirkarî û Aboriyê kargeheke dirûtinê li navçeya Arfad vebike.

Îsa Hac Mihemed diyar kir ku ew cil û bergên jin û mêran çêdikin û li gundên Şehba difiroşin.

Di vê kargeha dirûtinê de 31 xebatkar dixebitin. Îsa Hac Mihemed ji navçeya Meydankê ye û kargeha wî ya çêkirina cilûbergan li wir bû.

(jh)

ANHA