Navenda Ciwanan li navçeya Qenaya hate vekirin

Yekîtiya Ciwanên Rojava bi navê "Şehîd Fîras" navenda xwe li bajaroka Bênder a girêdayê navçeya Qenaya ya kantona Kobanê bi merasîmekê vekir.

Navenda Ciwanan li navçeya Qenaya hate vekirin
Navenda Ciwanan li navçeya Qenaya hate vekirin
Navenda Ciwanan li navçeya Qenaya hate vekirin
Navenda Ciwanan li navçeya Qenaya hate vekirin
Navenda Ciwanan li navçeya Qenaya hate vekirin
2 hezîran, 2018   18:05

KOBANÊ

Di merasîmê de bi dehan endamên Yekîtiya Ciwanên Rojava û şêniyên bajarokê amade bûn.

Merasîma vekirina navendê bi rêzgirtinê dest pê kir.

Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Necla Bozan axivî û girîngiya aktîvkirina rola ciwanan di her qadên jiyanê de destnîşan kir û got ku ciwan ên ku dikarin çaresernûsa gelan biguherin.

Necla, her wiha got ku armanaca vekirina navendê ew e ku ciwan ji nû ve bi cewherê xwe yê rast re hevaltiyê bike.

Bavê şehîd fîras Omer Silêman jî di vekirina navendê de axivî û di keseyeta şehîd Fîras de hemu şehîdên tevgera azadiyê bibîr anî. Omer Silêman got ku ew bawere ev navend bibe beşek ji zanîngeha Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Piştre, yek ji rêveberên YCR‘ê Diyar Xeyrî jî bal kişand ser rola ciwanan û got ku navenda ciwanan cihê ku mirov xwedîderketina li welat e. lewma ev navend ne tenê çar dîwar in û ne jî xaniyeke, ev dibistana ku mirov ji  nûve bi cewherê xwe re hevaltiyê dike û ji xwe re dike bingeha perwerdê.

Piştî axaftinan navend ji alî dayika şehîd Fîras ve hat vekirin.

Merasîma vekirina navendê bi gerandina govendê bi dawî bû.

Şehîd Fîras Kobanê (Rêber Silêman) sala 2016`an di pêngava rizgarkirina bajarê Minbicê de şehîd ketibû.

(sn)

ANHA