Şandeyek Tevgera Nûjen serdana Minbicê kir

Şandeyek ji Tevgera Nûjen a Niştimanî bi mebesta şopandinê serdana herêma Minbicê kir.

Şandeyek Tevgera Nûjen serdana Minbicê kir
Şandeyek Tevgera Nûjen serdana Minbicê kir
Şandeyek Tevgera Nûjen serdana Minbicê kir
2 hezîran, 2018   17:34

MINBIC

Şandeya Tevgera Nûjen a Niştimanî ji Serokê partiyê Ibîd El-Maşî û rêveberiyên Tevgerê Enas Timê û Mihemed El- Sermînî pêk hat.

Endamên Rêvebriya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê û nûnerên Partiya Sûriyeya Pêşerojê, li navenda Rêveberiya Sivîl a Minbicê pêşwaziya şandeyê kirin.

Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Minbicê Farûq El-Maşî û Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ibrahîm Qeftan pêşwaziya şandeyê kirin.

El-Maşî got:" ji bo çarserkirina aloziya Sûriyê, divê em hewildanên dirust û dilpakan piştpêrast bikin".

Endamên Tevgera Nûjen a Niştimanî diyar kirin ku, gelê Sûriyê têra xwe di dema 8 salan de ji aloziyê êş kişand, ji lewra ji bo rawestandina herikîna xwînê û vegerandina herêmên dagirkirî ji Sûriyeyê re pêwîtî bi kar û xebatê heye.

(şx)

ANHA