Xebatên çandiniyê li Tebqayê tê şopandin

Komîteya Çandiniyê ya bajaroka El-Mensûr a girêdayî Mudîriyeta Çandiniyê ya Tebqayê hejmartin ji erdên çandiniyê yên rojhilatê Tebqayê re pêk tîn e.

Xebatên çandiniyê li Tebqayê tê şopandin
2 hezîran, 2018   10:08

EBDULREZAQ ZEKERIYA/TEBQA

Hejmartin li ser daxwaza Mudîriyeta Çandiniyê ya Tebqayê û bi armanca hesabkirina erdên çandiniyê yên herêmê de pêk hatiye. Da ku li ser esasê wê pîlana ji cotkaran re hatiya pêşkêşkirin, diyar bikin.

Komîteya ku ji 7 endamên pspor pêk tê, zeviyên têne çandinî bi 14 hezar donim zevî teqdîr kir. Zevî bi berhemên zivistanê yên wekî ceh û genim têne çandinî, her wiha wekî wê jî berhemên havînê wekî pembo û zebzeyên cûrbecûr têne çandinî.

Di salên derbasbûyî de baweriya di navbera cotkaran û çeteyên ku herêm kiribûn bi dest xwe û berhemên welatiyan talan dikirin, nema bû. Çeteyan bi bin navê zikê de piraniya berhemên cotkarên herêmê ji wan distendin.

Endamê Komîteya Çandiniyê ya bajaroka El-Mensûr Xelef El-Elî hêvî kir ku careke din baweriya di navbera cotkaran û rêveberiya bajar de pêk were û karê çandiniyê pêş bikeve.

El-Elî her wiha da zanîn ku dê hemû pêdiviyên welatiyan bi buhayên baş ji cotkaran re were peydakirin da ku karê xwe baş pêk bîn in.

(dc)

ANHA