32 Hosî hatin kuştin

32 Endamên koma Ensarullah El-Hosî ku di nava wan de fermandarekî jî hebû di pevçûnên bi artêşa Yemenê re li eniyên cûda hatin kuştin. Di çarçoveyeke din de bi nêzîkbûna şerê bajarê El-Hedîde 200 kesên biyanî ji bajêr derketin.

32 Hosî hatin kuştin
2 hezîran, 2018   10:16

NAVENDA NÛÇEYAN

Şer û pevçûnên di navbera koma Ensarullah El-Hosî û artêşa Yemenê de ku alîkariya xwe ji koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Siûdiyê werdigire li herêmên El-Taêf, El-Hisêniya û El-Tihîta berdewam dikin. Artêşa Yemenê li başûrê karîgeriya El-Dirêhmî ya nêzî balefirgeha El-Hedîde pêşve diçe û karibû Hosiyan ji hin deverên vê herêmê biqewitîne.

Bi nêzîbûna şerê rizgarkirina bajarê El-Hedîde jî, 200 karmendên biyanî yên li Yemenê ji bajêr derketin.

(jh)