Minbic.. 12'ê Tebaxê berbanga rojeke dîrokî ye -4

Gelê Minbicê bi zarok, ciwan, jin, zilam, kal û pîrên xwe li hemberî hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê serî rakirin. Gelê herêmê hêza we ya Leşkerî ava kirin û gav bi gav dest bi rizgarkirina warê xwe kirin.

Minbic.. 12'ê Tebaxê berbanga rojeke dîrokî ye -4
2 hezîran, 2018   04:15

EKREM BEREKAT / NAVENDA NÛÇEYAN

Îradeya gelê Minbicê ya li hemberî hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê lewaz nebû, her çiqas çeteyan xwestin gel çavtirsandî bike, lê dîsa jî hêza gel û baweriya wan a bi rizgarkirinê li pêş bû. Gel du xet ji xwe pejirandin an serkeftin an mirineke bi rûmet. Li ser vê yekê di 2'Nîsana 2016'an de hêza xwe ya leşkerî bi navê "Meclîsa Leşkerî ya Minbicê" ava kirin.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku ji komên wekî, Şems El-Şemal, Siwar Minbic, Kombûna Tugeyên Firat, Şuheda El-Firat, Lîwa El-Qusî û Tabûra Tirkumena pêk tê Pêngav bi navê "Rizgarkirina bajarê Minbicê û gundewarên wê ji çeteyên DAIŞ" ragihand.

Pêngava di 5'Nîsana 2016'an de ji du eniyan dest pê kir ( Pira Qereqozaq û Bendava Tişrînê ) û ji çar baskan dest pê kir.

Pêngav li gorî du pêvajoyan pêk hat, yek rizgarkirina gundewaran û ya din rizgarkirina tevahî bajar.

Pêngav rêxistinî pêşde diçû, meclîsê ji bo rizgarkirina sivîlan tîmên taybet ava kirin.

5'ê Hizêrana 2016'an de, ango bi pêşdevçûnên pêngavê ber bi bargehên çeteyên DAIŞ'yên li rojhilatê Minbicê re Fermandarê Giştî yê Tabûra Şemis El-Şemal Feysel Ebû Leyla piştî berxwedaniyeke mezin, digihêje şehadetê. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ji bo dilsoziya bi şehîd Ebû Leyla navê pêngavê veguherand Feysel Ebû Leyla.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê  di demeke qasî mehekê 200 gund li her çar aliyên bajar ango qasî hezar û 200 km 2 rizgar kirin û bi hezaran çete kuştin, û cenazeyê zêdeyî hezar û 600 çeteyê kete dest şervanan. Şervanan hera wiha 75 sivîl ji çeteyan rizgarkirin.

Piştî rizgarkirina gundan, riyên derbasbûna alîkariyan ji çeteyên DAIŞ re hatin qutkirin (Bab û Cerablus). Li ser vê yekê Pêvajoya duyemîn hate destpêkirin.

Pêvajoya duyemîn a pêngavê

Pêvajoya duyemîn a pêngav 1'ê Tîrmeha 2016'an de hate destpêkirin. Ji ber ku çeteyan sivîlên di nava bajêr de wekî mertalên zindî ji bo parastina xwe bi kar di anîn, pêngav bi derengî û baldarî tenê ji aliyê tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan û tîmên şikandina xetên parastinê yên çeteyan pêş de diçû. Şervanan xetên parastinê şikandin û derbeyên mezin li çeteyan dan.

Pêngav bi vê awayî berdewam kir ta 2'yê Tebaxê. Di vê çarçoveyê de, şervanan hemû xetên parastinê û yên pêş ên çeteyan şikandin, ji sedî 80 bajar rizgar kirin û çete bewla wela kirin û rêxistbûyîna wan di nava bajar de şikandin.

Rêveberiya Sivîl a Minbicê hate avakirin

5'ê Nîsana 2016'an li navçeya Sirînê bi beşdarbûna gelê Mibicê civîneke girseyî hate lidarxistin. Di encamê de Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê û gundewarên wê hate damezirandin û 43 kes ji pêkhateyên Minbic wekî endamên hatin hilbijartin.

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê û gundewarên wê roleke mezin di rêxistinkirina şêniyan, peydakirina cihên bi ewle ji bo koçberan, pêşkêşkirina alîkariyan de list.

Rêveberiyê Sivîl a Demokratîk a Minbicê bi hevakariya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê  3 kamp vekir û 150 hezar koçber pêşwazîkirin û pêwîstiyên wan bi cih anî.

Perdeya reş li ser Minbicê hate rakirin

Piştî pêşveçûnên bê navber, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bargehên DAIŞ ên di nava bajarê de rûxandin û derbeyên giran li wan dan. Roja 12'ê Tebaxê, demjimêr 12:00'an, şervanan êrîş birin ser bargehên dawî yên çeteyan li kolanên taxa Serb, çeteyan, sivlên vê taxê wekî mertanên zindî bi kar di anîn. Di heman rojê de, demjimiêr 17:05'an, bajar bi temamî rizgar kirin.

Kêliyên rizgarkirinê

12'ê Tebaxa 2016'an,  muhra xwe li dîroka Mibicê da. 12'ê Tebaxê ji bo gelê Minbicê û tevahî gelê Sûriyê, mizgînî û rojeke dîrokê ye tê hesibandin.

Di vê rojê de rizgarkirina tevahî bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ hate ragihandin. Di kêkiyên îlankirina rizgarkirina Minbicê de, qirîna tilîliyên keyfxweşiyê li her deverê bajêr belav dide. Jinan destmala reş ku çeteyan li ser wan feriz kiribûn, diavêjin, mişeleyên serkeftinê her deverê bajar ronî dike, zilam ku qedexe bû rûiyên xwe barbar bikin, êdî dikarin qût bikin.

Şêniyên ku koçber bûne, li warên xwe vedigerin û tevgera li bajarê geş dikin.

Pişta DAIŞ şikest

Bi rizgarkirina bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê, êdî  piştî DAIŞ şiket û hebûna wan a li Sûriyê ber bi hildinê ve diçe. Ji ber ku Minbic bargeheke sereke ya DAIŞ dihate dîntin, ku tê re alîkariyê lojîkî ku Tirkiyê dişand ji çeteyan re hate birîn.

Li aliyekî din jî rizgarkirina Minbicê pîlana dewleta Tirk a avakirina "Herêmeke tampon" li Sûriyê, her wiha pîlanên wê yên têkbirina projeya demokratîk a ku AKP'ê dixe xeteriyê, binketin.

Sibe: Minbic.. piştî rizgarkirinê pêşketineke mezin jiyan dike

(bb)

ANHA