ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02.06.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02.06.2018
2 hezîran, 2018   04:00

- Pêşveçûnên qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên rojhilatê çemê Firatê ji çeteyê DAIŞ'ê dê werin şopandin.

- Pêngava Duyemên a Berxwedana Serdemê, çalakiyên ku bi armanca piştgiriya ji bo Efrînê têne lidarxistin, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di 1'ê Hizêrana 2016'an de hemleya rizgarkirina Minbicê da destpêkirin. Bi destpêkirina hemleyê re yekemîn gund hate rizgarkirin gundê Halolê yê li rex bendava Tişrîn bû û rizgarkirina Halolê veguherî çirûska rizgariya Minbicê û pêkanîna banga welatiyan ji bo xelasbûna ji tarîtiya çeteyên DAIŞ'ê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Endamên Partiya Yekîtiya Suryan nerazîbûn nîşanî destdirêjiya li ser dêra Raî Salih a bajarê Efrînê ku ji aliyê çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatî dan û gotin, "Yên dagirkirine nikarin ava bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Nivîskarê Kurd Mihemed Emîn Pencewînî diyar kir ku dewleta bi mebesta ku fikirê Netewa Demokrarîk û tevgera rizgariya gelê Kurd lewaz bike di kesayata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tecrîdek girankirî feriz kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Ji beriya 4 salan ve, ango di dema êrîşên çeteyan ên li ser taxa Şêxmeqsûd de dest pê kirin de, bi rengekî komîlan li kêleka parastvanên taxê sekinîn û xwarin ji wan re çêdikir û heta niha di metbexê de dixebitin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

- Îsa Mihemed, şagirtinê stranbêjê Kurd Mihemed Şêxo ye û rêbazê mamosteyê xwe berdewam dike û li gelelek alavên mûzîkê dide, ji beriya 35 salan ve pîşeya firotina alavên mûzîkê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Bi hatina meha Remezanê û bilindbûna pileya germê re, zehmetiyên koçberên kampa Tiwêhîna ya dikeve gundewarê bakurê rojavayê Tebqayê zêde dibe, rêxistinên mirovî jî erka xwe ya li beramberî koçberan pêk nayînin û rewşa wan paşguh kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Li deriya ketina bajarê Qamişlo yê rojhilat pirsgirêka xirabûna rê rû da ye, ev yek jî bûye cihê gilî û gazincên welatiyan. Şaredarî jî soza da ku wê demeke nêzîk de pirsgirêkê çareser bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Di encamên kêmbûna barana zivistanî û lehiya ku di dawiya buharê de rebû, ziyanên  giha çandiniyê. Cotkaran diyar dikin ku wan windahiyên mezin dîtin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

Navenda Yekîtiya Ciwanên Rojava navenda xwe li bajaroka Bender a ser bi navçeya Qenaya ya kantona Kobanê vedike. Saet 16:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOYSA

Îradeya gelê Minbicê ya li hemberî hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê lewaz nebû, her çiqas çeteyan xwestin gel çavtirsanîd bike, lê dîsa jî hêza gel û baweriya wan a bi rizgarkirinê li pêş bû. Gel du xet ji xwe pejirandin an serkeftin an mirineke bi rûmet. Li ser vê yekê di 2'Nîsana 2016'an de hêza xwe ya leşkerî bi navê "Meclîsa Leşkerî ya Minbicê" ava kirin. . (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA