Ji ber gulebarana hêzên Israîlê 1 kuştî 40 jî birîndar

Li rojhilatê parêzgeha Xan Yûnis a başûrê Xezaya ya Filistînê xebatkareke tenduristiyê ya girêdayî Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê jiyana xwe ji dest da, di pevçûnên li rojhilatê Xezayê jî  40 welatiyên Filistînê birîndar bûn.

Ji ber gulebarana hêzên Israîlê 1 kuştî 40 jî birîndar
1 hezîran, 2018   17:57

XEZA

Li parêzgeha Xan Yûnis a başûrê Xezayê ya Filistînê, kardroya tenduristiyê ya girêdayî Wezareta Filistînê Rezan Necar (21) dema ku erka xwe pêk di anî di encama gulebarana hêzên Israîlê de jiyana xwe ji dest da.

Di şerê di navbera ciwanên Filistînê û hêzên Israîlê de yên li rojhilatê Xezayê rû da, 40 ciwanên Filistînê birîndar bûn.

(bb)

ANHA