Sersaxî ji malbata şehîd Êlan Gerîla re hate xwestin

Bi sedan şêniyên herêma Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçer, şervanên YPJ/YPG`ê, Hêzên Asayîşê sersaxî ji malbata şehîd Êlan Gerîla re xwestin.

Sersaxî ji malbata şehîd Êlan Gerîla re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Êlan Gerîla re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Êlan Gerîla re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Êlan Gerîla re hate xwestin
1 hezîran, 2018   12:48

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên herema Dêrik, Girkê legê , Çilaxa û Til Koçe, endamên saziyên civaka sivîl berê xwe dan bi konê sersaxiyê yê şervanê YPJ`ê Êlan Gerîla (Raperîn Xelîl ) ê ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bibû û sersaxî ji malbata wî re xwestin.

Konê sersaxiyê bi wêneyên  şehîd Êlan û ala YPJ/YPG`ê û QSD`ê hate xemilandin

Merasîm bi rêzgirtin hate destpêkirin. Paşê yek ji fermandarên YPG `ê Ebûd Hisên axivî û got ku bi şehadeta hevalê Êlan û hemû şehîdan wan nirxên jiyana azad naskir. Ebûd di berdewamiya axaftina xwe de got ku şehîd ên ku wan fêrî jiyana azad û birûmet dikin kirin. Di dawiyê de Ebûd soza şopandina riya şehîdan heta dawiyê da.

Her wiha li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Elî Oryan axivî û  got ku ji bo ew bi azadî û aramî bijîn şehîdan canê xwe feda kirin.

Paşê li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Meclîsa herema Girkê Legê û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) axaftin hatin kirin. Di axaftina de sersaxî ji malatê re hate xwestin û soza şopandina riya şehîdan heta dawiyê hate dayîn.

Merasîma sersaxiyê bi dirûşmeyên şehîd namirin bi dawî bû.

(cu/bx)

ANHA