40 malbatên çeteyan li gundê Kaxurê a Efrînê hatin bi cihkirin

Di çarçoveya guhertina damografî ya li herêmê ku ji aliyê Rûsiya û Tirkiyê de pêk tê, artêşa Tirk a dagirker 40 malbatên din ên çeteyan li gundê Kaxurê yê navçeya Mabata ya Efrînê bi cih kirin.

40 malbatên çeteyan li gundê Kaxurê a Efrînê hatin bi cihkirin
1 hezîran, 2018   09:07

EFRÎN

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwedî agahî hatin wergirtin li gundê Kaxurê yê navçeya Mabata ya herêma Efrînê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê beriya du rojan 40 malbatên din ji çeteyên Xûta Rojhilat li gund bi cih kirin.

Çavkanî destnîşan kir ku ew malbat di malên welatiyên Efrînê yên ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dev ji malên xwe berdan, hatin bi cih kirin. Li gorî çavkaniyan diyar kirin ku çete li malên şêniyên gund ên bi navê (Mustefa Silêman, Qazqulî Silêman, Ehmed Cîrawa, Diyan Îmo, Mihemed Weqas, Fehîm Weqas, Henîf Izet Reşîd, Sadiq Izet Reşîd, Ciwan Sadiq Reşîd, Mihemed Mihemed Şêx Xelîl, Ferîd Hiso, Rişdî Hiso û Selah Îmo) û malbatên hindek welatiyên din bi cih kirine.

Li aliyê din jî hate destnîşankirin ku bi hezaran malbatên çeteyên ku li gorî lihevkirina Rûsiya û Tirkiyê ji gundewarên Şamê û Humsê hatin derxistin li Efrînê têne bi cih kirin.

(bx)

ANHA