Li bajaroka El-Mensûra madeyên dembuhirî hatin destserkirin

Şaredariya Gel a bajaroka El-Mensûra di meha Remezanê de komtrolkirina dikan û sûkan zêde dike.

Li bajaroka El-Mensûra madeyên dembuhirî hatin destserkirin
Li bajaroka El-Mensûra madeyên dembuhirî hatin destserkirin
Li bajaroka El-Mensûra madeyên dembuhirî hatin destserkirin
Li bajaroka El-Mensûra madeyên dembuhirî hatin destserkirin
Li bajaroka El-Mensûra madeyên dembuhirî hatin destserkirin
Li bajaroka El-Mensûra madeyên dembuhirî hatin destserkirin
1 hezîran, 2018   08:56

TEBQA

Buroya Zabtê ya Şaredariya Gel a bajaroka El-Mensûr diyar kir ku di çarçoveya xebatên kontrolkirina sûka bajarok û gundên wê madeyên dembuhirî destserkirin. Buroyê da zanîn ku madeyên hatine destpêkirin ji xwarinên zarokan, her wiha goşt pêk tên.

Endamê Rêveberiya Beşê Zabte ya Şaredariya Gel a bajaroka El-Menûsûr Emar El-Ebûd diyar kir ku agahî ji aliyê welatiyan ji wan re hat ku şêniyên herêma Ebû Qibê ya li rojhilatê El-Menûsr kargeha madeyên şîr ku derdora kargehê kirine cihê avêtina çopê û ew jî dibe sedema nexweşiyan, bi tayber ziyanê li zarokan dike.

Komîteya Tenduristiyê bi alîkariya buroya Zabte ya bajar lêkolîn dan destpêkirin û berhemên kargehê kontorl kirin û xwediyê kargehê neçar kirin ku copxaneyek taybet çêbike.

El-Ebûd hêvî kir ku welatî alîkariya wan bikin û dema binpêkrin dîtin wan agahdar bikin.

(dc)

ANHA