Artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê 5 welatiyên ereb qetil kirin

Artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê 5 welatiyên ereb ên ji eşîreya Bûbena qetil kirin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê 5 welatiyên ereb qetil kirin
1 hezîran, 2018   08:17

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên hatin wergirtin Şevê din saet di 02:00`an de li taxa El-Mehmûdiyê, El-Zêdiyê û El-Eşrefiyê yên Efrînê çeteyên Artêşa Tirk êrîşî welatiyên ji Êla Bûbenda kirin. Hate gotin ku çeteyan di encama êrîşê de jin û zarok jî di nav de 5 welatiyên ji eşîreyê qetil kirin. Her wiha li taxên behsa mijarê hejmarek welatî birîndar bûne.

 Tûreya Çalakvanên Efrînê ya li ser Facbookê  derbarê mijarê got ku dema çeteyan êrîş dikirin, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê digeriyan.

(bx/dc)

ANHA