Rojevên sereke yên rojnameyên ereban ev in

Rojnameyên ereban di rûpelên xwe yên îro de rewşa Sûriyê û gefên Serokê Rêjîma Sûriyê Beşar Esed a li dijî hevkarên Amarîka, daxuyaniyên Amarîka yên derbarê itîfaqa bi Tirkiyê re ku derbarê Minbicê hatin kirin, her wiha metirsîna Îraqê derbarê hilbijartinan û rewşa Lubnanê wekî mijarên sereke derketin pêş.

Rojevên sereke yên rojnameyên ereban ev in
1 hezîran, 2018   07:58

NAVENDA NÛÇEYAN

Amarîka itîfaqa bi Tirkiyê re derewand

Rojnameyên ereban di rûpelên xwe yên îro de bal kişandin ser daxuyaniyên Amarîka yên derbarê îtîfaqa bi Tirkiyê re ku li ser Minbicê pêk hatin. Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derbarê mijarê de sernavê "Nexşerê ya Minbicê li benda qebûlkirina Pompeo û Çawiş Oglo ye" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawiş Oglo ragîhand ku wan bi Amarîka re li ser nexşeriyek derbarê Minbicê lihev kirine û wiha dom kir: "Oglo da zanîn ku heger bi Amarîka re lihev kirin, dê di dawiya havînê de Tirkiyê û Amarîka rêveberiyeke herêmî li Minbicê ava bikin."

Rojnameyê wiha nivîsa xwe dewam kir: "Berdevka Wezareta Amarîka Heather Norret itîfaqa bi Tirkiyê ku derbarê Minbicê hatiye kirin, red kir û da zanîn ku di navbera Amarîka û Tirkiyê de koma karê hevbeş hatiye avakirin, ev kom bi armanca nîqaşkirina mijarên hevbeş hatiye yên di nava herdû welatan de hatiye avakirin."

Pintagon Esed hişyar kir

Rojnameya El-Ereb derbarê mijarê de sernavê "Dijberiya kurdan Esed dixe tengaviya Amarîka " avêt. Rojnameya El-Şeriq El-Eset jî derbarê mijarê sernavê "Pentagon Esed hişyar dike" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Serokê Rêjîma Sûriyê destnîşan ku dê I dijî şervanên kurd û ereb ên piştgiriyê ji Amarîka digirin qewetê bikar bîn in, rojnameyê nivîsa xwe wiha dom kir: " Amarîka jî hişyarî da Esed. Ji Desteya Erka ya Amarîka Genaral Kenneth McKenzie got ku divê hemû alî fam bikin ku êrîşa li ser hêzên Amarîkî û hevkarên wan dê siyasetek pir xirab e."

Rojnameya El-Qudis El-Erbeî li ser rewşa Sûriyê sernavê "Rêjîma Sûriyê hêzên teqwiye dişîn e Başûrê Sûriyê, opozisyonê li dijî wê derdikevin" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku di navbera Rûsiya-Îsraîl amadekariya itîfaqa başûr tê kirin û wiha dom kir: "Ev itîfaqa ji bo Îran bargehên xwe yên dayîmî li Sûriyê çêneka pêk hatiye."

Iraq

Rojnameya El-Ereb derbarê rewşa Îraqê de sernavê "Aloziya derbarê encamên hilbijartinan, Îraqê li dijî tehdîdan lawaz dike" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku metirsîna derbarê encamên hilbijartinan zêde dibe û wiha dom kir: "Nîqaşên derbarê rewabûna hilbijartinan zêde dibe, ev yek jî aramiya welat ku berê lawaze binpê dike. Pêwîstiya Îraqa ku nû ji şerê li dijî DAIŞ'ê derketiye; bi avakirina hikûmeteke nû heye. Ev hikûmet divê di zûtirîn dem de were sazkirin. Lê diyare ev yek ji ber nakokiyên heyî yên derbarê hilbijaritnan pêk nayê."

Rojnameya El-Heyat jî derbarê mijarê sernavê "Çalakvan qebûl nakin sindoqên hilbijartinan ên Kerkûkê werin veguhestin" avêt. Rojnameyê derbarê mijarê de got ku Komseriya Bilind a Hilbijartinan li Parêzgeha Kerkûkê li ser mijarê gotiye ku bi sindoqên di depoyan de ne, ne hatiye lîstin û wiha dom kir: "Sindoq ji aliyê hêzên Antî Teror ve hatiye parastin. Îdayên derbarê lîstina bi sindoqan ji rastiyê dûr e."

Filistînê

Derbarê rewşa Filistînê rojnameya El-Qudis El-Erebî sernavê "Dagirkeriya Îsraîlê li Xelîl hemleya girtinan daye destpêkirin. Girtiyên ku rojnamavanek û rêveber jî di nava de hene girava birçîbûnê fireh kirin" avêt. Rojnameya El-Heyat jî derbarê mijarê sernavê "Filistîn helwesta Kiwêt a di Konseya Ewlekariyê de, pesinand" avêt.  Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku komên Filistînê pesnên hewlwesta Kiwêtê dane û  derbarê mijarê daxuyanî dane."

Lubnan

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derbarê rewşa Lubanê de sernavê "Welatên Ewropa di mijara rewakirina qanûnî ya çekên Huzib El-Ah Lubnan hişyar kirin" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku welatên Ewropa hejmarek berpirsyarên Lubanê hişyar kirin.

(dc)