'Hemleya rizgarkirina Minbicê pişta DAIŞ'ê û siyasetên Tirkiyeyê şikandin'

Endamê Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil diyar kir ku armanc ji rizgarkirina bajarê Minbicê xilasiya welatiyan ji zulm û tarîtiya çeteyên DAIŞ'ê bû û pişta wan hate şikandin. Her wiha piştrast kir ku serkeftinê gelek hevsengiyên di aliyê leşkerî û siyasî de guhertin.

'Hemleya rizgarkirina Minbicê pişta DAIŞ'ê û siyasetên Tirkiyeyê şikandin'
1 hezîran, 2018   07:17

ISRA REMEZAN – KAMÎRAN XOCE / MINBIC

Beriya du salan di 1'ê Hizêrana 2016'an de Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku di bin sîwana Hêzên Sûriya Demokratîk de tevdigere hemleya rizgarkirina bajarê Minbicê û gundewarê wê ji destên DAIŞ'ê da destpêkirin. Bandora hemleyê di aliyên siyasî û leşkerî de gelekî li herêmê bû.

Bi boneya duyemîn salvegera destpêkirina hemleya rizgarkirina Minbicê ku piştre bi navê Hemleya Şehîd Feysel Ebû Leyla hate naskirin, ajansa me ANHA'yê hevdîtinek bi Endamê Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil re pêk anî.

Mihemed Ebû Adil di destpêka axaftina xwe de got ku di adara 2016'an de beriya ku hemleya rizgarkirina Minbicê dest pê bike, welatiyên bajarê Minbicê damezrandina Meclîsa Leşkerî ya Minbicê gotûbêj kirin da ku karibin bajarê xwe ji tarîtiya çeteyên DAIŞ'ê rizgar bikin. Piştî ku Meclîsa Leşkerî hate damezrandin tavilê dest bi amadekariyên hemleya rizgarkirinê hate kirin. Meclîsa Leşkerî bi hevkariya Hêzên Sûriya Demokratîk û Koalîsyona Navnetewî re leşkerên xwe birêxistin kirin û gelek tedbîrên leşkerî wergirtin.

Ebû Adil di axaftina xwe de diyar kir ku armanc ji hemleya rizgarkirinê xilaskirina welatiyan ji zulm û tarîtiya çeteyên DAIŞ'ê bû û di vê hemleyê de pişta wan hate şikandin û welatiyên Mibicê yên ku hatine koçberkirin vegeriyan malên xwe, her wiha siyaseta Tirkiyeyê ku alîkariya çeteyên DAIŞ'ê dikir li herêmê bi bin ket.

Hemleya rizgarkirinê bi hevkariya tabûrên leşkerî yên di bin sîwana Hêzên Sûriya Demokratîk de bûn û Koalîsyona Navnetewî pêk hat piştî ku çeteyên DAIŞ'ê ji Bendava Tişrîn (Rojava) hatin qewitandin.

Bandora serkeftina hemleyê li herêmê, DAIŞ û hêzên destwerdana aloziya Sûriyeyê dikin

Ebû Adil di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku hemleya rizgarkirina Minbicê li ser daxwaz û bangên dubare yên welatiyên Minbicê bû da ku ji hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê rizgar bibin û got ku dema hêzên wan gundek an deverek rizgar dikirin welatiyan bi tilîlî û şahiyan ew pêşwazî dikirin.

Ebû Adil got ku Minbic hestîpişta DAIŞ'ê li herêmê bû, nemaze ji ber cihê wê yê stratejîk ku pira di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de bû û wiha domand: "Şerê rizgarkirina bajarê Minbicê yek ji şerên girîng li dijî terorê di Sûriyeyê de bû. Meclîsa Minbicê ya Leşkerî û tabûrên din karibûn riya alîkariya Tirkiyeyê bi komên terorîst ên di hundirê Sûriyeyê de bibirin, nemaze riya alîkariya bi çeteyên DAIŞ'ê re yên li herdu bajarên Reqa û Dêrazorê."

Ebû Adil destnîşan kir ku têkşikandina hêza DAIŞ'ê di berxwedana Kobanê de dest pê kir û bi destpêkirina hemleya rizgarkirina Minbicê re pişta DAIŞ'ê hate şikandin û wiha li axaftina xwe zêde kir: "rizgarkirina bajarê Minbicê gelek dewletên herêmî û di serî de dewleta Tirk ku alîkariya DAIŞ'ê dikirin bihêrs kirin. Tirkiye ji bo çavbirçîbûna xwe di Sûriyeyê de pêk bîne çeteyên DAIŞ'ê bikar dianîn."

Gefxwarinên Tiriyeyê û hewldanên derxistina tevliheviyan di bajêr de hêjî didomin

Bi rizgarkirina bajarê Minbicê li ser destên Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ewlehî û aramî di bajêr de pêk hat û hemû saziyên sivîl û leşkerî hatin bicihkirin, lê ev mijar ne li gorî daxwaza Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê bû û li hemberî vê yekê gelekî bi hêrs bûn û dest bi derxistina tevlihevî û fitneyan li herêmê kirin.

Lê aliyên têkldar ên girêdayî Meclîsa Leşkerî û Hêzên Ewlehiya Hundirîn bi hevkariya welatiyan karibûn aramiya bajêr biparêzin û şaneyên veşartî yên di bajêr de bêbandor bikin.

Helwesta Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ji hewldanên Tirkiyeyê

Di derbarê helwesta Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de Abû Adil got ku Helwesta wan li hemberî komên çete eşkere û zelal e û ew li dijî siyasetên Tirkiyeyê û hebûna wê di Sûriyeyê de ne.

Her wiha destnîşan kir ku wan gelek leşkerên di nava komên çete de ku keysbaziya Tirkiyeyê eşkere kirine pêşwazî kirin û dixwazin li welatê xwe vegerin û beşdarî avakirina welatê xwe bibin.

Endamê Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil di dawiya xaftina xwe de bang li welatiyên Minbicê kir ku hevgirtina xwe bi Meclîsa Leşkerî ya Minbicê re berdewam bikin û hemû saziyên xwe bi çalakî aktîf bikin û ji bo têkşikandina hemû komployên li dijî herêmê û welatiyan bi yek destî tevbigerin.

ANHA