Li Bradostê çalakiya gerîlayan herî kêm 10 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA-STAR`ê îro li Gêdûka Alîdirêj a herêma Bradostê li dijî artêşa Tirk çalakiyek li dar xistin. Hate ragihandin ku herî kêm 10 leşker hatine kuştin.

 Li Bradostê çalakiya gerîlayan herî kêm 10 leşker hatin kuştin
31 gulan, 2018   10:27

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku ji çavdêrên herêmê hatine girtin, li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê gerîlayan li hemberî artêşa Tirk çalakiyek li dar xistin.

Hate ragihandin ku li Gêdûka Alîdirêj di saetên sibê de çalakî hatiye lidarxistin û herî kêm 10 leşker hatine kuştin.

Tê payîn ku HPG`ê têkildarî çalakiyê daxuyaniyê bide.