Riya di navbera gundên Eyn Dîwar û El-Zehriyê de tê sererastkirin

Komîteya Şaredariyan û Hawîrdorê ya bajaroka Eyn Dîwar a girêdayî devera Dêrikê ya herêma Cizîrê dest bi projeya sererastkirina riya di navbera bajaroka Eyn Dîwar û gundê El-Zehriyê de kir.

Riya di navbera gundên Eyn Dîwar û El-Zehriyê de tê sererastkirin
Riya di navbera gundên Eyn Dîwar û El-Zehriyê de tê sererastkirin
31 gulan, 2018   10:26

QAMIŞLO

Di çarçoveya kar û xebatên Komîteya Şaredariyan û Hawîrdorê ya bajaroka Eyn Dîwarê de, projeya sererastkirina riya di navbera bajarok û gundê El-Zehriyê de bi hevkariya şîrketa Rojava a xizmetguzariyan hate dest pêkirin. Di qonaxa yekemîn a projeyê de kevirên hûr li ser riya ku 20 km e tê raxistin.

Endamê Meclîsa Bajaroka Eyn Dîwar Merwan Mihemed got ku qonaxa yekemîn a projeyê ev sê roj in dest pê kiriye û di qonaxa duyemîn de jî rê dê were qîrkirin.

Girîngiya sererastkirina vê riyê ew e ku 15 gundên li nêzî sînor bi bajaroka Eyn Dîwarê ve tên girêdan û pirsgirêkên welatiyan ên çûn û hatinê bi taybet di demsalên zivistanê de çareser dike.

ANHA