Şaredariya Til Koçer pîlana salane lêkolîn dike

Şaredariya Gel a navçeya Til Koçer li gorî pirojeyên xwe yên salane ji bo xurtkirina binesaziya herêmê dixebite.

Şaredariya Til Koçer pîlana salane lêkolîn dike
Şaredariya Til Koçer pîlana salane lêkolîn dike
Şaredariya Til Koçer pîlana salane lêkolîn dike
Şaredariya Til Koçer pîlana salane lêkolîn dike
31 gulan, 2018   08:06

KELSÛMA ELÎ / QAMIŞLO

Şaredariya Gel a navçeya Til Koçber a kantona Qamişlo kar û xebatên rojane dimeşîne û toreyên binesaziyê fireh dike. Navçeya Til Koçber ji aliyê şaredariyên berê  ve dihate paşguhkirin. Binesaziya wê ji ber kiriyarên çeteyên DAIŞ`ê  xirab bû. Ji ber vê yekê pêwîste pirojeyek salane were dayîn.

Rakirina berhmahiyên şer

Di dema ku navçeya Til Koçer û gundewarên wê di bin dagikeriya çeteyên DAIŞ`ê de bû. Çeteyan hemû pirên li navçeyê  rûxandin, bi vê yekê da ku rê li pêşketina şervanên YPJ/YPG`ê bigirin. Piştî ku navçe û gundewarên wê ji çeteyan hate rizgarkirin şêniyên  navçeyê rastî gelek zehmetiyan hatin û gelek zehmetî didîtin. Li ser vê esasê şaredariyê dest bi pirojeya xwe ya salane kir û  pir bi buhaya 23 miliyon LS sererast kir.  

Li ser xwesteka komînên gundê Taş Xerbî û Taş Şerqî yên dikevin başûrê navçeyê dest bi sererastkirina pira nêzî herdû gundan a ku ji ber ava baranê xirab bû, kir.

Ji aliyekî din ve jî şaredariyê hemû berhmayên şer ji navçeyê rakir û zemîna erdê rast kir da ku daran lê biçînin.

Xurtkirin û fireh kirina toreyên kenaslîzasiyonê

Sererastkirin û firehkirina toreyên kenalîzasiyonê di hundirê navçeyê  û gundewarên wê de yek ji kar û xebatên di nava pirojeyên şaredariyê yên salê de ne. Di vê çarçoveyê de şaredariyê pirojeya sererastkirina toreyên kenalîzasiyonê li komîna Şehîd Demhat a dikeve navenda navçeyê bi dirêjahiya  hezar û 375 M û bi buhaya 15 miliyon  LS bidawî kir.  Ev piroje xizmeta zêdeyî 240 malî dike.  Ji aliyekî din ve jî li komîna Şehîd Evîn rêgarên kevin hatin guhertin û paqijkirin.

Li gundewarên navçeyê jî şaredariyê li ser xwesteka şêniyên gundê El-Mehmûdiyê hindek kenalîzasiyonên ne rêxistin kirî yên ku xeterî li ser jiyana şêniyan çêdir û ji ber wan nexweşî belav dibûn, girt.

Kar û xebatên rojane yên ku aliyê xizmetê xurt dike

Komîte û beşên şaredariyê rojane gelek xizmetan ji şêniyan re pêşkêş dikin. Werşeyên paqijiyê çopê kom dikin û ber bi cihê komkirina çopê ve dibin. Her wiha komîteya Zabîtê sûkên li bajar rêxistin dike û buha madeyan dişopîne. Komîteya Parastina Welatiyan derfet nade bazirganan ku madeyan buha bike û madeyên dem bûrî digre.

Girêdayî mijarê yek ji rêveberên Beşê Fenî yê şaraderiya Gel a navçeya Til Koçer Ebid Salih El-Miflih tekez kir ku wan ji desteya Şaredariyan re gelek pirojeyên xizmetguzariyê pêşkêş kirine.

(bx)

ANHA