Xwaringeha kampa Eyn Îsa barê koçberan sivik dike

Bi vekirina Xwaringeha Kampa Eyn Îsa re barê koçberên kampê sivik dibe, nexsim di meha Remezanê de. Xwaringehê rojane 4 hezar û 500 kg xwarin û tûrbeyên nan belav dike.

Xwaringeha kampa Eyn Îsa barê koçberan sivik dike
Xwaringeha kampa Eyn Îsa barê koçberan sivik dike
Xwaringeha kampa Eyn Îsa barê koçberan sivik dike
31 gulan, 2018   08:07

EHMED EL-KEMYEN / GIRÊ SPÎ

Li ser daxwaza koçberên kampa Eyn Îsa, rêveberiya kampê piştî rawestandina 4 mehan û bi armanca sivikirina barê koçberan xwaringeha kampê ji nû ve vekir.

Xwaringeh rojane danê fitarê 4 hezar û 500 kg xwarin li gorî 2 hezar û 900 par bi awayekî cuda cuda li 13 hezar koçber tê parvekirin.

Her wiha 5 hezar û 300 turbe nan di her parekî de 4 nan, bi riya komînên kampê bi awayekî rêk û pêk tên belavkirin.

Di xwaringehê de 35 xebatkar, 1 xwarinpêj ji welatiyên kampê û 2 rêveber dixebitin. Xwarinên ku têne çêkirin; birînç, savar, mekarne û nîsk.

Ji rêveberên Xwaringehê Ebdulnasir El-Elî diyar kir ku xwaringeh bi armanca ku barên koçberan sivik bike hate vekirin.

Her wiha Ebdulnasir destnîşan kir ku ji ber kêmbûna derferan wan carek tenê zebze belav kirin.

(şx)

ANHA