Rojnameyên ereban îro!

Di rojnameyên ereban ên îro de mijarên wekî itîfaqa derbarê rewşa Başûrê Sûriyê dê rê li ber karê leşkerî bigire, Serokkomarê Tirkiyê Erdogan dema rastî zextan tê gotina komplo bikar tîne, piştî destwerdana Misr a di Xezayê de bê dengî pêk hat û aloziya Îranê derketin pêş.

Rojnameyên ereban îro!
31 gulan, 2018   07:57

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên ereban di rûpelên xwe yên vê sibê de jî rewşa li Sûriyê û bi taybet aloziya başûrê Sûriyê wekî mijarek sereke girtin dest. Di heman demê de hilbijartinên Îraqê û sextekariya hate kirin, rewşa herêma Xeza, hilbijartinên Tirkiyê û hin mijarên din jî derketin pêş.

Rewşa Sûriyê

Rojnameya El-Heyat derbarê mijarê de sernavê "Di Başûrê Sûriyê de dîplomasî pêşiya tundiyê dixe" avêt. Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî derbarê mijarê de sernavê "Danûsteninên 4 alî da displînkirina Başûrê Sûriyê" avêt. Rojnameyê de hate gotin ku danûstenin derbarê mijarê de di navbera Amarîka-Rûsiya û urdinê pêk hatiye, di heman dmeê de Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Avigdor Lieberman a ji Rûsiya re û wiha dom kir: "Ev hemû bi armanca diyarkirina dsplîna li Başûrê Sûriyê pêk hatiye."

Rojnameya El-Qudis El-Erebî jî derbarê mijarê sernavê "Gelo wê Amarîka di encama itîfaqa derbarê Başûrê Sûriyê ji bargeha Tenef vekşe?" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de ev tişt anî ziman: "Çavkaniyeke ji opozisyona Sûriyê li Derayê got ku derbarê Başûrê Sûriyê pêk hatiye û li gorî itîfaqê dê çekdarên El-Nucebai û Fatimiyûn ên şîa ku girêdayî Îranê ne, ji herêma Deraa vekişin û wiha dom kir: "Di encama itîfaqê de wê di qonaxa were de jî Amarîka ji bargeha Tenef a li ser sînora Îraq û Sûriyê ye, her wiha li nêzî Uridnê ye vekişe. Rûsiya jî rolek girîng di zexta li ser Amarîka ya vekişîna ji bargeha Tenef pêk wer, ev beranberî misogerikirina dûrketina Îran ji herêmên Sînor ê Dera ku li nêzî Îsraîlê ne pêk hatiye."

Rojnameyan her wiha bal kişandin ser şer û aloziya di herêmên Bakurê Sûriyê ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin û hate gotin ku li wan herêman dizî, talan û revandina mirovan zêde dibe û ewlekarî binpê bûye. Rojnameya El-Heyat derbarê mijarê sernavê "Aloziya li bakruê Sûriyê: Qedexeya derketinê û avakirina komeke leşkerî ya nû" avêt.

Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku di herêmên di bin dagirkeriyên komên çete yên pişgiriya xwe ji Tirkiyê digirin û wiha dom kir: "Ewlekariya herêmên Başûrê Sûriyê yên di bin destê komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk de binpê bûye. Komên çekdar duh li Bakuêr Sûriyê navê komeke din ku ji 11 komên çekdar pêk tê ava kirin. Ev kom ji Artêşa Islamî û komên ji "Eniya Rizgarkirina Sûriyê" veqetandin.

Rojnameya El-Heyat jî derbarê rewşa Sûriyê sernavê "NY derbarê êrîşên li ser bargehên sivîl ên Sûriyê lêpirsîn daye destpêkirin" avêt. Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî sernavê "Rûsiya ji hemû hêzên biyanî dike, ji Başûrê Sûriyê vekiş in" û Rojnameya El-Ereb jî derbarê mijarê sernavê "Tevlîhevkirin, di Sûriyê de diyardereke demkiye, lê çanda rêjîmê ye?" avêt.

Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku di mehên dawî de li ser saziyên çapemeniyê û malperên civakî diyardera "Tevlîhevkirin" di herêmên rêjîm derbasî wê dibe, derket pêş û wiha dom kir: " Hêzên rêjîmê li gelek herêmên bi dest xist, tevlîhevî derxist pêş. Ev yek diyar dike ku ev yek bi çanda rêjîmê ve girêdayî ye û wê di nava civaka Sûriyê de jî belav kir."

Lubnan

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derbarê rewşa Lubanê de sernavê "Herîrî doza parên xwe di wezaretê wekî yên Ewin, dike" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de ev tişt anî ziman: "Seed Herîriyê ku ji bo sazkirina hikûmeta nû ya Lubanê hatiye erkdarkirin, doza para xwe parên wezaretan dike. Dibêje ku divê parên wî ji yên ji Teyar El-Musteqbel ve qut be, wekî yên Serokomarê Lubanê Mîşêl Ewin. Li gorî nerîna wî ev yek ji bo pêkanîna hevsengeyan pêk tê."

Yemen

Rojnameya El-Ereb derbarê rewşa Yemenê jî sernavê "Beriya êrîşa li ser El-Hedîda, hêzên xwe amade dikin" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku hêzên Yemenê yên piştgiriya xwe ji Erebistana Siûdiyê û Îmart werdigre li nêzî bajarê El-Hedîda ya rojavayê Yemenê ne û wiha dom kir: "Hêzên Yemenî xwe li nêzî bajar xwe amade dikin, da ku bajar bixin çemberê û çekdarên Hûsiyîn neçar bikin teslîm bibin. Ev agahî ji çavkaniyên leşkerî hate wergirtin.,"

Filistîn

Derbarê rewşa Filistînê de jî rojnameya El-Şeriq El-Ewset sernavê "Piştî mudaxeleya Misrê  li Xezayê bê dengî pêk hat"avêt. Rojnameyê diyar kir ku piştî aloziya ku di encama êrîşa Îsraîlê li Xezayê pêk hat, Misr mudaxele kir da ku agirbest li Xezayê pêk were û wiha dom kir: "Agirbest li gorî itîfaqa sala 2014'an de pêk hatiye. Wê demê itîfaqa agirbestê şerê 51 rojekê dirêj kir, da rawestandin."

Zextên li ser Îranê

Rojnameya El-Ereb sernavê "Tengaviya Îranê komên Islamî yên Xezayê neçarî agirbestê dike" Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku "Tevgera Berxwedana Hemasê" roja çarşemê erêkirina komên filistînî û sersekna Îsraîlê pêk hat û got ku ev yek piştî şerê herî dijwar ê ji sala 2014'an ve pêk hatiye."

Îraq

Rojnameya El-Heyat derbarê rewşa Îraqê sernavê "Perlemantoya Îraqê ber bi ferizkirin jimartina bi destan a dengan ve diçe" avêt. Rojnameya El-Ereb jî derbarê mijarê sernavê "Hewldanên zêde ji bo dorpêçkirina doza sextekariya di hilbijartinan avêt.  Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku tekoşînek mezin derbarê sextekariya di hilbijartinên îraqê de pêk hat û wiha dom kir: "rayedarên girêdayî dosya hilbijartinan kar dikin ku mijara sextekariyê dorpêçbikin û da ku nebe çirûskek tundiyê careke din di welat de pêk bîne."

Erdogan û komplo

Derbarê rewşa Tirkiyê de jî rojnameya El-Ereb sernavê "Partiya El-Seada, dîndaran hedef digrin, her wiha beriya hilbijartinan zext zêde dibe, Erdogan behsa komployê dike"

(dc)