Tevliheviya avaker di semînerekê de hate şîrovekirin

Desteya Çand û Perwerdeyê ya Partiya Aştiya Demokratîk semînere bi navê "Tevliheviya avaker" organîze kir û têde behsa tevliheviya li herêmê kir û bi destên kê ev tevlihevî tê meşandin.

Tevliheviya avaker di semînerekê de hate şîrovekirin
Tevliheviya avaker di semînerekê de hate şîrovekirin
Tevliheviya avaker di semînerekê de hate şîrovekirin
31 gulan, 2018   07:53

QAMIŞLO

Desteya Çand û Perwerdeyê ya Partiya Aştiya Demokratîk semînere bi navê "Tevliheviya avaker" organîze kir û têde behsa tevliheviya li Rojhilata Navîn û rola dewletên sermiyadar kir û hate destnîşan kirin ku evan dewletên sermiyadar hebûna xwe bêyî ku çareseriyekê li Rojhilata Navîn peyda bikin diçespînin. Her wiha di encama vê tevliheviyê de rixên manewî yên mirovahiyê tên tunekirin.

Di semînerê de ku li navenda Partiya Aştiya Demokratîk a li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo hate lidarixstin de gelek siyasetmedar û rewşenbîr amade bûn. Semîner bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê jî Endama Navenda Ferat a Lêkolînan Çinar Salih axivî.

Çinar Salih di destpêka axaftina xwe de got ku aloziya niha tê jiyîn ne pêkan e ji rewşa xwe derbikeve û ne pêkan e bi riya sererastkirinan were çareserkirin û wiha anî ziman: "Ev alozî bingehîn e, aloziya ku xwe dispêre cîhanê heta ku mezintir bibe."

Çinar destnîşan kir ku ev aloziya ku dewletên sermiyadar çêkirine, di rewşeke xirab re derbas dibe û di encamê de aloziya hawîrdorê derketiye holê û nikare çareser bike û wiha got: "Tevî ku dewletên sermiyadar civînên xwe lidar dixînin ên weke konferansa Parîsê ya hawîrdorê û lûtkeya 20'an, lê di encama van civînan de nikaribûn çareseriyekê peyda bikin, nemaze ji ber ku li sîstema hawîrdorê temaşe dikin ku ew mirî ye."

Girêdayî mijarê Çinar Salih gotineke Abdullah Ocalan wiha bi bîr anî: "Hemû alozî nikarin sîsteman biguherînin, aloziya ku bi xwe re tevliheviyê tîne dikare sîsteman biguherîne, aloziya ku civak jiyan dike aloziya sîstemê ye û ti careserî jêre tune ye. Dogmatîka olî ku di zihniyeta civakê de hatiye şikandin, ji ber ku mirov li ser du bingehan hatiye avakirin, nirxên olî û nirxên dewletê."

Çinar di berdewama axaftina xwe de got ku aloziya ku niha li Rojhilata Navîn tê jiyîn di destpêkê de li Îraqê derketiye û paşê jî derbasî dewletên din bûye û derbasî Sûriyeyê bû. Evan alozî bi lez bi dawî nabin û dê gelekî dirêj bike û eger çareseriyek ji van pirsgirêkan re neyê peyda kirin tenê gel dê ziyanê bibîne. Ji ber vê yekê divê ji nû ve were destpêkirin. Dewlet pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser nakin. Netewa demokratîk dê li şûna netewdewlet bibe çareserî û alternatîf. Ev tevliheviya li Îraq û Sûriyeyê dê berdewam bibe û dê derbasî hin dewletên din jî bibe. Ne dûr e ku di nava van tevliheviyan de hin gelên herêmê bêne tunekirin.

ANHA