Di qezaya tirafîkê de 13 xwendekarên jin birîndar bûn

Di encama qezaya tirafîkê ku li ser riya di navbera navçeya Til Temir û bajarê Hesekê de pêk hat, 13 xwendekrên jin birîndar bûn.

Di qezaya tirafîkê de 13 xwendekarên jin birîndar bûn
31 gulan, 2018   07:13

HESEKÊ

Îro saet di 6:30`an de li ser riya di navbera  navçeya Til Temir û bajarê Hesekê de qezayeke tirafîkî pêk hat. Di encam de 13 jinên xwendekar ku ji bo ezmûnên lîsê diçûn bajarê Hesekê, birîndar bûn.

Yekser Hêzên Asayîşê û polîsên Tirafîkê berê xwe dan cihê bûyerê. Jinên birîndar rakirin nexweşxaneya bajarê Hesekê. Li gorî xebatkarên tendirûsiyê yên naxweşxaneyê rewşa jinên brîndar baş e.

(bx/dc)

ANHA