Malbatên şehîdan keysbazên îdîaya firotina daristanê bersivandin

Malbatên şehîdan li hemberî îdîaya "firotina erdekî ji daristana Kobanê" hêrsa xwe anîn ziman û gotin ku aliyên vê mijarê belav dikin, heman aliyên ku komkujiyên Tirkiyeyê li herêmên Kurdistanê yên din paşguh dikin. Malbatên şehîdan bang li van aliyan kirin ku bi wijdan û exlaq biaxivin û lêborîna xwe li pêşiya mezarên şehîdan bixwazin.

Malbatên şehîdan keysbazên îdîaya firotina daristanê bersivandin
Malbatên şehîdan keysbazên îdîaya firotina daristanê bersivandin
Malbatên şehîdan keysbazên îdîaya firotina daristanê bersivandin
30 gulan, 2018   10:48

DICLE EHMED – ZANA SEYDÎ / KOBANÊ

Hin kesan li ser rûpelên xwe yên malperên civakî îdîa dikin ku Rêveberiya Xweser erdek ji daristana Kobanê firotiye hin kesan da ku avahiyên niştecîbûnê têde ava bikin.

Rêveberiya Xweser ji aliyê xwe ve li ser zimanê Hevserokê Meclîsa Rêveber piştrast kir ku ev erd pêşkêşî xwediyê erdê ku mezara şehîdên 25'ê Hizêran li ser hatiye avakirin, hatiye kirin. Meclîsa Rêveber got ku ev erdê hatiye pêşkêşkirin di nava nexşeiya pilansaziya bajêr de ye û îdîaya ku ev erd an erdekî din firotiye derewand.

Li gorî Rêveberiyê tenê çar dar di nava nexşeya pilansaziyê de ne û van aliyên behsa mijarê îdîa dikin ku Rêveberiyê erdê daristanê firotiye.

Ji ber ku mijar girêdayî malbatên şehîdan e, ev erd pêşkêşî xwediyê erdê ku mezara şehîdên 25'ê Hizêran li ser hatiye avakirin, hatiye kirin. Malbatên şehîdan "ajîtasyona çapemenî ya vê mijara biçûk" şermezar kirin û gotin ku evan alî di dema berxwedana dîrokî û rewşên herî dijwar de ne li Kobanê bûn, da ku doza Kurdî ya sereke li gel gefxwarinên hikûmeta Tirkiyeyê ya dagirkirina herêmê ji bîr bikin.

Welatiya bi navê Fatme Oso Elî helwesta xwe wiha eşkere kir: "Aliyên ku pirsgirêkan ji ber hilkirina du yan sê daran derdixînin, gelo dema ku Tirkiyeyê bi hezaran rih û darên Efrînê hildikirin li ku derê bûn. Gelo dema Kobanê û gundewarê wê rastî hilweşandinê dihat ew li ku derê bûn?".

Fatme Elî destnîşan kir ku hin kes hewl didin tevliheviyê di nava welatiyan de derbixînin û bang li wan kir ku bi wijdan û exlaq biaxivin û mijarê mezin nekin û ji van kesan xwest ku lêborîna xwe li pêşiya mezara şehîdan bixwazin.

Ji aliyekî din ve bavê şehîdekî yê bi navê  Xelîl Ehmed girêdayî mijarê wiha got: "Gelê Kurd bi hezaran ciwanên xwe fedayî axa xwe kirine. Lê mixabin hin kes hene navê Kobanê û şehîdên wê ji bo berjewendiyên xwe bikar tînin da ku xwe weke mafdar nîşan bidin."

Hêjayî gotinê ye, daristana Kobanê bi dirêjahiya 1200 mître û paniya 500 mître ye û ji vê daristanê 4 dar li aliyê bakurê wê li ser riya Cerablûsê hatine hilkirin, da ku xwediyê erd li şûna mezara şehîdan hatiye dayîn, têde avahiyeke niştecîbûnê ava bike. Vê yekê jî ajîtasyoneke çapemenî hate meşandin û têde îdîa dikin ku "Rêveberiya Xweser a Kobanê gendeliyê dike û daristana Kobanê difiroşe."

(jh)

ANHA