Kongreya Star dewreya hemşîreyan bi dawî kir

Kongreya Star li Girê Spî bawernameyên dewreya hemşîreyan li 19 endamên xwe belav kir.

Kongreya Star dewreya hemşîreyan bi dawî kir
Kongreya Star dewreya hemşîreyan bi dawî kir
Kongreya Star dewreya hemşîreyan bi dawî kir
30 gulan, 2018   10:55

GIRÊ SPÎ

Kongreya Star li kantona Girê Spî mehek berê dewreya perwedeyê bi beşdarbûna 19 endaman destpêkiribû. Piştî dewre bi dawî bû bawername li endaman hate belavkirin.

Dewre bi armanca pêşxistina jinan di hemû qadên jiyanê de hatiye lidarxistin. Jinên ku hatin perwerdekirin li nexweşxaneya Girê Spî hatin erkdarkirin.

Piştî bawername li endaman hate belavkirin Endama Kongreya Star Dîlan Hesen axivî û diyar kir ku armanca wan ji dewreyê pêşxistina jinan di aliyê tenduristî de ye.

Jina ciwan Dilşad Hesen ku tevlî dewreyê bibû got ku ewê alîkariya bi jinan re dewam bikin.

(dc)

ANHA