Rêjeya hilberîna genim û ceh li Cizîrê kêm bûye

Îsal di encama rewşa hewayî ya herêma Cizîrê de ziyanên mezin bi hilberîna ceh  û genim bûye. Karîgeriya Çandiniyê jî tedbîrên ji bo alîkariya cotkaran wergirtin.

Rêjeya hilberîna genim û ceh li Cizîrê kêm bûye
Rêjeya hilberîna genim û ceh li Cizîrê kêm bûye
Rêjeya hilberîna genim û ceh li Cizîrê kêm bûye
Rêjeya hilberîna genim û ceh li Cizîrê kêm bûye
30 gulan, 2018   06:14

NÛRÎ UMER / QAMIŞLO

Herêma Cizîrê û Bakurê Sûriyeyê îsal zivistaneke ziwa derbas kirin û di destpêka Gulanê de baran bi dijwarî barî. Di encamê de lehî di nava zeviyên çandiniyê re herikîn û bandoreke neyînî li hilberîna çandiniyê kir.

Bi barîna barana buharê re, hişt ku namliyên cihe û genim bikevin xwarê û di palekirina wan de astengî derdikivin.

Di dawiya sala borî de bi armanca alîkariya bi cotkaran re Karîgeriya  Çandiniyê ya girêdayî Desteya Aborî ya Cizîrê tova genim, cihe û semad bi deyn pêşkêşî cotkaran kir.

Endamê Rêveberiya Karîgeriya Çandiniyê Ehmed Silêman got ku hilberîna cihe ji sedî 70 ziyan dîtiye û hilberîna genim jî ji sedî 55 dîtiye.

Silêman got ku wan serjimariyek di derbarê rêjeya ji sedî ya zeviyên çandiniyê ya hilberînên cûda di salên 2017 û 2018'an de pêk anîne.

Silêman got ku zeviyên li Cezîrê hatine çandin ji sedî 90 e û wiha got: "Ji sedî 50 bi cihe û genim hatine çandin, ji sedî 25 nîsk û baqil hatine çandin û ji sedî 15 jî pembo hatiye çandin."

Silêman got ku wan biryar girtiye ku alîkariya cotkarên ziyan dîtine bikin û dê deyên xwe heta sala bê taloq bikin.

Silêman got ku wan îsal dermanên çandiniyê di meha insane de li 198500 domin belav kirine.

Di derbarê çalakiyên çinîna hilberîna genim û cihe de Ehmed Silêman got ku wan buhaya paleyê ji patozan re diyar kirine û hevkariya xwe bi Yekîtiya Cotkaran û xwediyên patozan re didomînin her wiha mazot ji hemû patozan re peyda kirine. Her wiha embar ji bo kirîna hilberînê ji cotkaran amade kirine û dê bi 175000 lîreyan tona genim werbigirin.

ANHA