Nivîskar û rojnamegerên biyanî û Kurd hilbijartinên pêşwext nirxandin

Di çarçoveya aloziya ku giştî Tirkiye têre derbas dibe de, nemaze ji ber dîktatorî û kiryarên Erdogan û partiya wî di hundirê Tirkiyeyê û dewletên cîran de. Erdogan hewl dide hilbijratinan beriya dema wê pêk bîne ji ber tirsa gelek encamên ji ber pêkanîna wî ji sûcên şer û derqanûniyan. Di vê derbarê de nivîskar û rojnamegerên biyanî û Kurd evan hilbijartinên pêşwext şîrove kirin û diyar kirin ku ne pêkan e Erdogan ji tevliheviya berdest xilas bibe.

Nivîskar û rojnamegerên biyanî û Kurd hilbijartinên pêşwext nirxandin
30 gulan, 2018   06:07

ALAN ROJ / NAVENDA NÛÇEYAN

Girêdayî hilbijatinên pêşwext ên serokatiya Tirkiyeyê Ajansa me ANHA'yê bi nivîskar û rojnamegera Kirwatî Katrîna Pavîçîç Êvêla û rojnamevanê Kurd Beşar Durgut re hevdîtin pêk anîn û van herduyan aloziya welat ji ber ragihandina hikûmeta Erdogan a hilbijartinên pêşwext nêrînên xwe anîn ziman û şîrove kirin.

Hilbijartinên Erdogan tevliheviya sîstema Tirkiyeyê eşkere dike

Nivîskar û rojnamegera Kirwatiya Katrîna Êvêla di şîroveya xwe de diyar kir ku hilbijartinên pêşwext ku Erdogan ragihandiye, armanca wê ew e ku Erdogan desthilatdariya xwe berdewam bike û çarçoveya serweriya xwe ya siyasî firehtir bike. Êvêla da zanîn ku rewşa siyasî ya hundirîn û derve ya Tirkiyeyê ew e ku evan hilbijartin tenê ji bo perdeya demokrasiyê biparêze hatine hûnandin û ev têgeh di serdema desthilatdariya Erdogan de tune bû û ji aliyekî din ve hewl dide helwesta lawaz a AKP'ê veşêre.

Di derbarê aloziya hundirîn a Tirkiyeyê de û binpêkirina azadiyan û girtina rikberan û heta sûcên şer li Efrînê Êvêla wiha got: "Li rex aloziyên aborî li Tirkiyeyê ku ji ber rewşa awarte derketine û dagirkeriya ne rewa li axa Rojava û li Efrînê, her wiha sûcên şer û destdirêjiyên li mafên mirovan girêdayî qeydên giran ên li ser azadiya nêrînê ne. Evan kiryar ji aliyê welatiyên Tirkiyeyê ve hatin şermezarkirn û me di hemleya '#Temam' de dît. Diyar e evan sedem dê Erdogan hilweşînin. Ji ber vê yekê eger Erdogan li benda Mijdara 2019'an bimîne dibe ku metirsiyeke mezin li ser wî be."

Mayîndina Erdogan di serokatiyê de dê tevliheviya li welat berdewam bike

Rojnameger Êvêla di berdewama axaftina xwe de got her çiqas Erdogan weke serkeftî were nîşandan, lê ev serkeftina wî serweriya AKP'ê şîrove nake, nemaze ji ber kiryarên wî di çarçoveya rewşa awarte de û wiha domand: "Erdogan ji rewşa awarte sûd werdigire da ku rikberan lawaz bike û piştî ku bêtirî 136995 girtin û 77524 ragirtin. Di serî de girtina hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Selaheddîn Demîrtaş. Her wiha di zelalbûna çalakiyên dengdayînê de jî di asta herî jêr de bû. Ji ber vê yekê serkeftina wî ne hêz û serweriyek e lê belê dê metirsiyên mezintir bi xwe re bîne."

Êvêla di dawiya axaftina xwe de behsa paşeroja Tirkiyeyê kir û got ku mayîndina Erdogan di serokatiyê de bi van siyasetên wî yên li dijî gelan di hundirê welat û li giştî herêmê dê paşeroja partiya wî têk bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dibe ku pîşeya Erdogan a serokatiyê berdewam bike. Lê mijarên me li jor behsa wan kiriye tenê tirsa wî şîrove dike. Ango tirsa ku alîgirtiya hundirîn winda bike nemaze ji ber çalakiyên terorîst li ser sînorê Sûriyeyê û hilweşîna aboriyê dê welat li hemberî tevliheviyeke siyasî rû bi rû bihêle. Dibe ku vê carê AKP'ê nikaribe jê xelas bibe."

AKP'ê hewl dide tişta di destên wê de heyî biparêze

Ji aliyekî din ve rojnamegerê ji Bakurê Kurdistanê Beşar Durgutt behsa tirs û lawaztiya Erdogan û partiya wî kir, nemaze ji ber siyasetên şaş ku di van salên borî de dane meşandin û wiha got: "Di dema ku netewdewlet û zihniyeta wê li Rojhilata Navîn hildiweşe, hikûmeta Erdogan bi hemû hêz û derfetên xwe hewl dide sîstema heyî biparêze. Destwerdana wê ya rasterast di bakurê Sûriyeyê de û dagirkirina Efrînê û hin deverên Başûrê Kurdistanê û dijminahiya eşkere li hemberî gelê Kurd li her deverekê, tenê berteka vê zihniyetê ye."

Dewletê sûcên şer kirin, biryara hilbijartinên pêşwext jî beriya teqîneke hundirîn e

Dorkot destnîşan kir ku AKP'ê li Tirkiyeyê û herêmê metirsiyan pêk tîne û sûcên şer dike û ji ber van sedeman her çiqas demdirêj be dê were cezakirin û wiha anî ziman: "Tevî ku hema giştî çapemenî di bin serweriya AKP'ê de ye, ti kes behsa van mijaran nake, lê dagirkeriya Tirkiyeyê li Sûriyeyê dê rê li pêşiya gelek pirsgirêkên mezin ve bike. Ew bi van derqanûniyên xwe û binpêkirina pîvanên navnetewî û pêkanîna wê ya sûcên şer û komkujiyan li Efrînê dê dewletê ber bi dadgehên navnetewî ve bibe."

Di derbarê bilezkirina Erdogan a lidarxistina hilbijartinna de Dorkot got ku Erdogan komên çete li derdora xwe kom kirin û li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê dane xebitandin, bê guman ji ber vê yekê dê aloziyeke leşkerî, siyasî, aborî û civakî bi xwe re bîne. Her wiha aloziya hundirîn ji ber rewşa awarte û girtinan û derqanûniyan dê mezintir bibe. AKP'ê beriya ku teqîneke civakî pêk tê hewl dide hilbijartinên serokatiya Tirkiyeyê beriya dema wê pêk bîne û nikare li benda mijdara 2019'an bimîne.

Rojnamegerê ji Bakurê Kurdistanê Beşar Durgut di dawiya nirxandina xwe de ya di derbarê rewşa siyasî û civakî li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê de wiha got: "Ji bo hemû gelên Tirkiyeyê evan hilbijartin dîrokî ne, komkujiyên AKP'ê di derheqê gelên herêmê de sûcên şer in. AKP'ê hewl dide Îtîhad û Tereqî ji nû ve vejîne. Ji ber vê yekê her kes hêviya xwe di HDP'ê de dibînin ji ber tenê ew dikare hevsengiyan serûbin bike. Nemaze ji ber ku hin aliyên rikber jî di tunekirina gelê Kurd de bi AKP'ê re lihev dikin. Ji ber vê yekê hilbijartinên 24'ê Hizêranê derfeteke dîrokî li pêşiya hêzên demokratîk û aştîxwaz e."

ANHA