Şaredariya Tebqayê toreya ava parkên bajêr sererast dike

Beşê Hawîrdorê yê girêdayî Buroya Xizmetguzariyan a Şaredariya Gel a bajarê Tebqayê toreya ava parkên bajêr sererast dike.

Şaredariya Tebqayê toreya ava parkên bajêr sererast dike
Şaredariya Tebqayê toreya ava parkên bajêr sererast dike
30 gulan, 2018   07:02

UDEY EL-EHMED / TEBQA

Di serdema dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê li Tebqayê de pompên derxistina avê yên avdana darên parkên bajêr hatin xirabkirin.

Piştî ku bajarê li ser destên Hêzên Sûriya Demokratîk di 10'ê gulana sala borî de hate rizgarkirin, xebatên sererastkirina hemû aliyên bajêr dest pê kirin.

Pompa sereke ya avdana parkên bajêr li aliyê bakurrojavayê bajêr dikeve û avê bi miqdara 16 inç derdixîne.

Li gorî Beşê Hawîrdorê xebatên heta niha pêk hatine kehrebe ji pompê re hatiye peyda kirin û dê di demeke nêzî de pomp were sererastkirin.

Girêdayî mijarê hevserokê Beşê Hawîrdorê ya Şaredariya Gel a Tebqayê Cemal Ebdilletîf got ku ev pomp ava avdanê ji toreya avê ya herdu parkên Nexweşxaneya El-Wetenî û Navenda Çand û Hunerê û Depoya avê ya rojhilat re peyda dike.

Bi amadekirina vê pompê ava avdana darên herdu parkan dê were peyda kirin û herdu park dê ji nû ve bêne vejandin.

Tê payîn ku xebatên sererastkirina pompa avê di van du hefteyan de bi dawî bibin.

ANHA