ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30.05.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30.05.2018
30 gulan, 2018   04:00

- Pêşveçûnên qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên rojhilatê çemê Firatê ji çeteyê DAIŞ'ê dê werin şopandin.

- Pêngava Duyemên a Berxwedana Serdemê, çalakiyên ku bi armanca piştgiriya ji bo Efrînê têne lidarxistin, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Gelê navçeya Til Hemîs a kantona Qamişlo cenazeyê şervanê QSD‘ê Qewmî Mensûr El-Feyad ê ku di encama kirîza dil de jiyana xwe ji dest, li goristana Şehîd Raxib El-Etiyê oxir dikin. Saet 10:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Di çarçoveya aloziya ku giştî Tirkiye têre derbas dibe de, nemaze ji ber dîktatorî û kiryarên Erdogan û partiya wî di hundirê Tirkiyeyê û dewletên cîran de. Erdogan hewl dide hilbijratinan beriya dema wê pêk bîne ji ber tirsa gelek encamên ji ber pêkanîna wî ji sûcên şer û derqanûniyan. Di vê derbarê de nivîskar û rojnamegerên biyanî û Kurd evan hilbijartinên pêşwext şîrove kirin û diyar kirin ku ne pêkan e Erdogan ji tevliheviya berdest xilas bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Di encama rewşa hewayî ya herêma Cizîrê îsal ziyanên mezin bi hilberîna tenelî bûye. Karîgeriya Çandiniyê jî tedbîrên ji bo alîkariya cotkaran wergirtin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Beşê Hawîrdorê yê girêdayî Buroya Xizmetguzariyan a Şaredariya Gel a bajarê Tebqayê toreya ava parkên bajêr sererast dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê pirsgirêka bilinbûna nirxên madeyan tê jiyakirin, şênî nerazîbûnên xwe tînên ziman. Komîteya Zimhêrê hewd dide di demeke nêzîk de çareser bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

HEVPEYVÎN

- Nivîskar û ronakbîrê Sûrî Elî Emîn El-Siwêd behsa siyasetên di derbarê Idlibê de kir û got ku dewleta Tirk a dagirker ku di bin serweriya Rûsyayê de ye, hewl dide parêzgeha Idlibê radestî rêjîmê bike, tam weke çawa di sala 2015'an de radestî El-Qaîdê ya terorîst kiriye. El-Siwêd got ku siyasetên guhertina demografîk di Sûriyeyê de bi destên Tirkiye û Rûsyayê pêk tên û sedema paşveçûna opozîsyonê li hemberî rêjîmê ji ber tunebûna armanceke şoreşgerî û niştimanî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

Bajarê Minbicê yê Bakurê Sûriyeyê dikeve bakur rojhilatê bajarê Helebê û 80 km dûrî çemê Firatê ye. Bajarê Minbicê xwedî girîngiyeke dîrokî û strastejîk e û wekî paytexta Sûriyeyê ya herêma Firatê dihat nasîn.

Bajarê Minbicê girêdayî parêzgeha Helebê bû û li gorî hejmartina sala 2004′an hejmara şêniyên wê 408 hezar û 143 sivîl bûn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA