Riya goristana şehîdan xirabûye, şaredarî tu bersivê nade

Di encama barîna barana van demên dawî û herikîna lehiyan de riya di navbera gundê Dawûdiyê û Mezara Şehîd Dijwar a Hesekê xirabûye. Di encamê de çûn û hatina malbatên şehîdan a mezarê asteng bûye û şaredarî jî ti daxuyanî di vê derbarê de neda.

Riya goristana şehîdan xirabûye, şaredarî tu bersivê nade
Riya goristana şehîdan xirabûye, şaredarî tu bersivê nade
29 gulan, 2018   12:04

ALVA OSÎ – ŞEVÎN HESEN / HESEKÊ

Mezara Şehîd Dijwar li nêzî gundê Dawûdiyê yê bajarê Hesekê hatiye avakirin, ji ber vê yekê mezar meqsedan bi hezaran welatiyan û malbatên şehîdan e. Di van demên dawî de ji ber barîna baranê û herikîna lehiyan riya di navbera gundê Dawûdiyê û mezara Şehîdan de hate birrîn.

Niha welatiyên herêmê ji bo serdana mezara şehîdan astengiyan dikişînin. Tevî ku gelek daxwazname ji Şaredariya Gel a bajarê Hesekê re hatin pêşkêşkirin, lê dîsa jî ev du meh in ti bersiv ji van daxwaznameyên sererastkirina rê re nehatine.

Welatiyê bi navê Ebdilmecîd El-Elî diyar kir ku şaredariyê sererastkirina rê paşguh kiriye û got ku eger rê wisa bimîne gelek qezayên trafîkê dê li ser rê rû bidin.

El-Elî bang li aliyên têkldar kir ku  bi baldarî mijarê bigirin dest û pirsgirêkê di demeke lezgîn de çareser bikin.

Nûçegihanên ajansa me ANHA'yê pirsgirêk ji rayedarên Şaredariya Gel a bajarê Hesekê pirs kirin, lê ti bersiv ji wan wernegirtin û riya mezara Şehîd Dijwar hêjî nehatiye çareserkirin.

(jh)

ANHA