Karîgeriya çandiniyê ya Tebqayê alîkariya sewaldaran dike

Beşê karîgeriya çandiniyê ya li gundewarê rojhilatê Tebqayê ya li bajaroka El-Mensûra serjimariyekê ji pez, sewal, mirîşk û balindeyan re pêk tîne da ku alîkariya xwedîkirina sewalan bike.

Karîgeriya çandiniyê ya Tebqayê alîkariya sewaldaran dike
Karîgeriya çandiniyê ya Tebqayê alîkariya sewaldaran dike
Karîgeriya çandiniyê ya Tebqayê alîkariya sewaldaran dike
Karîgeriya çandiniyê ya Tebqayê alîkariya sewaldaran dike
Karîgeriya çandiniyê ya Tebqayê alîkariya sewaldaran dike
29 gulan, 2018   05:06

EBDILREZAQ ZEKERIYA / TEBQA

Li ser daxwaza Karîgeriya Çandiniyê ya girêdayî Komîteya Aborî ya Rêveberiya Sivîl a demokratîk a herêma Tebqayê serjimariyeke destpêkê ji pez, sewal, mirîşk û balindeyan re tê meşandin da ku di demên pêş de alîkariya xwedîkirina sewalan bike.

Li gorî beşê Karîgeriya Çandiniyê ya li bajaroka El-Mensûra 30 hezar serê mih, bizin, çêlek li bajaroka El-Mensûra û derdora wê tên xwedîkirin.

Karîgerî hewl dide hemû pêdiviyên xwedîkirina sewala weke êm, derman û navendên bijîşkiya sewalan peyda bike.

Di serdema dagirkeriya çeteyan de xwedîkirina sewalan hatibû paşguhkirin, nemaze pêdiviya herêmê ya goşt peyda dike. Karîgeriya Çandiniyê li herêma Tebqayê niha piştgiriya cotkaran dike da ku êma sewalan peyda bike. Her wiha hewl dide hemû pêdiviyên xwedîkirina sewalan ji herêmê peyda bike û sîstema xwetêrkirinê pêk bîne.

(jh)

ANHA