Li Rojhilatê Afrîkayê ji ber lêhiyê bi dehan kes mirin

Li welatê Etîyopya yê Rojhilatê Afrîkayê ji ber baranê lêhî rabû û bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Rojhilatê Afrîkayê ji ber lêhiyê bi dehan kes mirin
28 gulan, 2018   18:41

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên dayî ji ber barana zêde ya li rojhilatê welat lehî rabû û 32 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî daxuyaniya hikûmetê li herêma Gamo Gofa ji ber lêhiyê 3 xanî hilweşiya û herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di bûyerê de 17 kes jî birîndar bûn.

Şevê din jî hatibû ragihandin li herêma Sîdama bi heman awayî 23 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Hefteya derbasbûyî li welatên cîranên Etîyopya Cibûtî, Somalî û Somalîland ku ji Somaliyê bi yek alî xweserbûna xwe îlan kiribû ji ber lêhî û bayê dehan kesan jiyana xwe ji dest dan.