Forma jinên Sûriyê hat destpê kirin

Li ser banga Desteya NY ya Jinan û bi sponseriya Meclîsa Jinên Sûriyê, her wiha bi alîkariya Kongreya Star û Rêxistina Zemîna Hevbeş forma danûstendinê di bin navê "Karên pêş ên jinên Sûriyê li bakur û bakur-rojhilatê Sûriyê" li bajarê Qamişlo lidar xist.

Forma jinên Sûriyê hat destpê kirin
Forma jinên Sûriyê hat destpê kirin
Forma jinên Sûriyê hat destpê kirin
28 gulan, 2018   12:03

QAMIŞLO

Forma ku ji aliyê Meclîsa Jinên Sûriyê ve hate lidarxistin, bi beşdarbûna dehan çalakvanên jin û encamên tevgerên jinan ên di warê mafê jinan de kar dikin, her wiha endamên saziyên civaka sivîl li Salona Sehara ya bajarê Qamişlo destpê kir. Di formê de girîngiya nîqaşan û pîlankirina karê taybet bi jinan, her wiha nerînên hevbeş di nava beşdaran de hate nîqaşkirin.

Axaftina vekirina formê ji aliyê Kordînotora Giştî ya Meclîsa Jinên Sûriyê Lîna Berekat axivî û got: "Girîngiya avakirina werşeyek ji bo xebatên jinan, da ku rewşa jinên Sûriyê di rewşa şer de were analîzkirin, pir girînge. Her wiha xebatên pêşîn ên saziyên parstina jinên Sûriyê esas werigin girtin. Jinan çawa ji qanûnên jinan sûd  wergirtin û çawa bi xwe biryara xwe da. Jin wiha dikara parastina xwe û malbata xwe bike. "

Lîna di dawiya axaftina xwe de jî hêvî kir ku civak karibe edalet û wekhevî kar bike da ku derfetan peyda bike.

Paşê di navbera beşdaran de nîqaş hate kirin, rêbaza çareserkirina kêşeyên jinan li bakur û bakur-rojhilatê Sûriyê di aliyê civakî, aborî, siyasî, qanûn, parstin û ewlekariyê de hate nîqaşkirin.

Forma dê 2 rojan bi nîqaşên girîng dewam bike, da ku pîlan û çareseriyên pêşerojê werin diyarkirin, her wiha jin di nava civakê de hîn baştir were aktîfkirin.

(dc)

ANHA