Yekîtiya Ewropa dema cezayên li ser Sûriyê dirêj kir

Mecîlsa Yekîtiya Ewropa  cezeyê ku li ser Rêjma Sûriyê û alîkarên wê ferz kirine heta hizêrana 2019`an dirêj kir.

Yekîtiya Ewropa dema cezayên li ser Sûriyê dirêj kir
28 gulan, 2018   11:50

NAVENDA NÛÇEYAN

Meclîsa Yekîtiya Ewropa derbarî cezayên li ser rêjîma Sûriyê û alîkarên wê daxuyanî da. Ji ber rêjîm sivîlan digre meclîsê dema cezayan li ser Rêjîma Sûriyê heta hizêrana 2019`an dirêj kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku meclîsê agahiyên girêdayî kesan û aliyên li ser lîsteya cezakirinê nû kir. Navê du kesan ji ber mirine, ji lîsteyê hate derxistin. Di dema niha de 259 kes û 67 alî di lîsteya YE ya cezaya Sûriyê de ne. Di nava cezayan de derketina dervî welat hatiye ferizkirin û di aliyê madî de jî hatin ceazkirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku cezayên li ser Sûriyê hatiye ferzkirin ku petrola xwe bikar neyne, pereyên ku di bankên YE de ne neyên bikar anîn. Înternet û toreyên telefonan dê werin şopandin.

(bx)