Di navbera Amarîka û Koriya Bakur de hevdîtin destpê kir

Çavkaniyên Buroya Serokatiyê ya Koriya Başûr diyar kir ku di navbera ekîbek ji Amarîka û Berpirsên Koriya Bakur danûstendin destp kiriye û dane zanîn ku di van hevdîstinan de amadekariya civîna bilind a di navbera Serokê herdû welatan de tê kirin.

Di navbera Amarîka û Koriya Bakur de hevdîtin destpê kir
28 gulan, 2018   09:50

 NAVENDA NÛÇEYAN

Buroya Serokatiyê ya Koriya Bakur diyar kir ku dibe ku serokê Koriya Başûr Moon Jn beşdarî civîna bilind a di navbera Serokê Amarîka Dolan Tramp û Serokê Koriya Bakur Kim Jong-un ku tê payîn li Sengefora were lidarxistin, bibin.

Çavkaniyên Koriya Başûr destnîşan kir ku hevdîtinên di navbera şandeyên Amarîka û Koriya Bakur a derbarê  civîna serokên herdû welatan dewam dike.

Şandeya Amarîka ji Sefîrê Washington  li Filipîn Kim Sang û Berprsê Meclîsa Ewlekariya Netewî ya Amarîka Elison Hogir, her wiha Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Amarîka li Asaya û Randal Şeravir pêk tê. Tê payîn ku hevdîtinên di navbera herdû aliyan heta sibe jî dewam bike.

Serokê Amarîka roja 12'ê hizarnê civîna dihat payîn di navbera wî û serokê Koriya Bakur were lidarxistin, ibtal kir.