96 Husi hatin kuştin û fermandarên wan  ji El-Hedîde reviyan

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên girêdayî koalîsyona Erebî, 96 endamên koma Ensarullah El-Husi li eniya berava rojava ya Yemenê hatin kuştin û piraniya fermandarên komê ji parêzgeha El-Hedîde reviyan.

96 Husi hatin kuştin û fermandarên wan  ji El-Hedîde reviyan
28 gulan, 2018   09:45

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Yemenê yên ku alîkariya xwe ji Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Siûdiyê werdigirin, pêşveçûna xwe ber bi parêzgeha El-Hedîde ve berdewam dikin. Li gorî dezgehên çapemeniyê yên girêdayî koalîsyona Erebî, di êrîşên ezmanî yên Koalîsyonê de 96 endamên koma Ensarullah El-Husi li eniya berava rojava ya Yemenê hatin kuştin û piraniya fermandarên komê ji parêzgeha El-Hedîde ber bi parêzgehên Hece û Senah ve reviyan.