Urdin itîfaqiya bazirganiyê bi Tirkiyê re bi dawî kir

Hikûmeta Urdinê bi awayekî fermî hikûmeta Tirkiyê aghdar kir ku itîfaqa şirîkatiya derbarê pêkanîna herêma bazirganiyê ya azad ku di navbera Tirkiyê û Urdin de were çêkirin, bi dawî kir.

Urdin itîfaqiya bazirganiyê bi Tirkiyê re bi dawî kir
28 gulan, 2018   08:07

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Pîşeyî, Bazirganî û Zimhêrê ya Urdinê El-Muhendis Yerib El-Qedai got ku hikûmeta welatî wî bi awayekî fermî ji hikûmeta Tirkiyê re gotiye ku ew dixwaze hevkariya di navbera wan de derbarê pêkanîna heêrmên bazirganiyê yên azad bi dawî bike.

Bi vê yekê wê itîfaqa di navbera herdû aliyan di roja 1'ê Tîrmehê bi dawî bibe. El-Qedai derbarê mijarê ji rojnameya El-Xed a Urdinê re axivî û got ku ew derbarê mijarê de nerin û wiha dom kir: "Me hin pêşniyar kirin ku em itîfaqa hevkariyê di navbera me û Tirkiyê de pêk were, itîfaqên din jî pêk werin, lê ev yek pêk ne hat. Itîfaqiya hatiye kirin, bandoreke neyînî li pîşesaziya me ya netewî dike. Ev ji ber berhemên Tikiriyê ku dihatin. Vê yekê bandorê li hêza pîşesaziyê ya Urdinê kiriye."

Meclîsa Wezîran a Urdinê di civîna xwe ya di 14'ê gulana sala 2015'an de hate lidarxistin Wezîrê Pîşesazî, Bazirganî û Zumhêrê erkdar kir ku karê dawîkirina itîfaqa herêmên azad ên bazirganiyê ku di navbera Urdin û Tirkiyê de pêk hatiye, bi dawî bike.

Urdin peymana hevbeş a herêmên bazirganiyê yên azad bi Tirkiyê re di sala 2009'an de imze kir û di Adara sala 2011'an de jî ket meriyetê. Berhemên çandiniyê neketin xalên itîfaqê de.

Li gorî belgeyên fermî yên ji navenda hijmartina giştî ya Urdinê derketin, bazirganiya di navbera herdû welatan de bi awayekî balkêş ji Tirkiyê bû.  Berhemên Urdisnê di sala derbasbûyî bi nirxê 65,8 milyon dînarên Urdinê bû. Dahatûyîn Tirkiyê jî ji Urdinê re di heman sale de 484 milyon dinar bûn.

(dc)