Kaymaz: Aboriya Tirkiyê di nav qeyranê de ye

Endamê Revêber ê Yekîtiya Koperatîfan a Herema Cizîrê Reşad Kaymaz diyar kir ku aboriya dewleta Tirkiyê bi yek destî tê meşandin û ber qeyranê ve diçe. Kaymaz got ku ji bo ku aboriya Tirkiyê baş bibe pewîste di serî de pirsgireka gelê Kurd çareser bibe.

Kaymaz: Aboriya Tirkiyê di nav qeyranê de ye
28 gulan, 2018   07:22

MÛRADA KENDA-COMERD ŞEXO / QAMIŞLO

Kirîza aborî ya dewleta Tirkiyê roj bi roj kurtir dibe. Rojane lîreyên Tirkî li hemberî Dolar û Euro têk diçe û budceya Tirkî kêm dibe. Her wiha febrîqeyên şekir jî herî dawî hatin firotin. Li dijî vê jî esnaf, şîrket û karsazên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê dev ji kar berdidin, qadên kar jî her ku diçe kêm dibe. Ev nîşan dike ku pisrgirêka aborî li Tirkiyê zêde dibe û nakokiyên gelê Tirkiyê li dijî desthiladariya Erdogan ku aborî di destên xwe de girtiyê zêde dibe.

DewletaTirkiyê ji bo ku di hilbijartinan de serbikevê kirîza aborî vedişere. Tirkiyê di êrîşên xwe yên li ser Efrîn û Başûrê Kurdistanê de di aliyê aborî de gelek xisaret dît.

Operasyonên dagirkerî aboriya Tirkiyê bin xist

Derbarê mijarê de Revêberê Yekîtiya Koperatîfan a Herêma Cizîrê Reşad Kaymaz ji ajansa me re axivî û got ku operasyonên li ser kantona Efrînê û Başûrê Kurdistanê di aliyê aborî de dewleta Tirk xist xeteriyê û wiha berdewam kir: “Dewleta Tirk a dagirker ev 40 sal in li dijî tevgera azadiyê şer dide meşandin. Herî dawî li Efrîn û Başûrê Kurdistanê operasyonên leşkerî da destpêkirin. Ji bo operasyonên xwe pêk bîne jî mesrefeke pir giran pêwîst dike. Deweleta Tirk di êrîşên xwe yên li ser Efrînê  û Bakurê Kurdistanê di aliyê aborî de windahiyên mezin dîtin, di encamê de qeyraneke aborî li dewletê rû da. Li aliyekî din jî Tirkiyê ji ber polîkîteyên xwe ku ji demokrasî û çarêseriyê dûr in têkiliyên xwe yên bi welatên derve re xirab kir. Ev jî di milê aborî de Tirkiyê bi tenê hiştiye.”

Aboriya Tirkiyê bi yek destî tê meşandin

Reşad Kaymaz di dewama aaxaftina xwe de bal kişand li ser yekperestiya dewleta Tirkiyê û wiha pê de çû: “Aboriya dewleta Tirk bi yek destî ve tê meşandin. Wezîrê Enerjiyê zavayê Erdogan e. Armanca Erdogan ew e ku li ser desthilatdariyê bimîne. Ji ber vê yekê kesên ku li dijî hukûmeta wî radibin wan hedîdî dike û dengê wan disekinîne. Erdogan aboriya Tirkiyê di hûndir de çareser nake tenê wekî ku birînê derman bike, lê rehet neke.”

Nikarin krîza aborî veşerin cîhan giştî dizane

Kaymaz bibîr xist ku rayedarên dewletaTirkiyê rojane daxuyaniyan didin û dibejin ku krîza aborî tune ye û got ku bi daxuyaniyên xwe hewl didin krîza aborî veşêrin û got: "Ne tenê em dibejin cîhan giştî aloziya aboriya dewleta Tirk a dagirker dizane wekî ku Wezîrê Karê Derve yê Amarîka da xuyakirin."

Reşad Kaymaz, sedama îlankirina hilbijartinên pêşwexet li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ku dê 24‘ê Hezîranê de pêk werin destnîşan kir û wiha anî ziman: "Sedema hilbijartinên pêşwexet jî kirîza aborî ye. Erdogan her tim digot ez ê hilbijartina di dema xwe de çêbikim. Bi riya Serokê MHP Dewlet Bahçelî  dema hilbijartin nêz kirin. Pakêtên ku ji bo hilbijartinê diyar dikin giştî bi aboriyê ve giredayî ye.  Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê rewşa awarte ku 3 salin berdewam dike û bê hukuqî û bê demokrasî jî dibe sedema ku aboriya Tirkiyê ber bi cihekî ne diyar ve herê."

Aboriya bi yek destî tê meşandin kirîzê çareser nake

Kaymaz çaresêriya krîza aboriya Tirkiyê jî wiha anî ziman: “Aborî heya ku bi yek destî werê meşandin û nekeve xizmeta civakê wê krîza Tirkiyê çareser neke. Ji bo çaresêriya aboriyê jî pêwîste pisrgirekên demokrasî û hebûna gelan were çareser kirin. Pisgirêka sereke jî neqabûl kirina Kurdan ne. Heger ev pirsgirêk were çareser kirin aborî Tirkiyê jî were çareser kirin û pêşketinên mezin jî wê pêş bixe.”

Erdogan ser bikevê tarîtî ya Tirkiyê xurt bibe

Reşad li ser hilbijartinên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê jî wiha got : “Pêwîste gelê Tirkiyê biryara demokratîkbûna hilbijartinan bide. Heger Erdogan di hilbijartinan de bi ser bikeve em dikarin êşkere bêjin ku wê aboriya dewleta Tirk binbikeve û tarîtiya wê xurttir bibe.”

Endemê Revêber ê Yekîtiya Koperatîfan a Herema Cizîrê Reşad Kaymaz dawiya axaftina xwe de got ku cotkar û xebatkarên Tirkiyê Bakurê Kurdistanê  ji ber sedema krîza aborî rojane li ber saziyan çalakî dikin. Gelek ji wan jî ji ber deynên li bankan, xwe dikujin. Heger polîtîkaya ku li ser aborî tê meşandin xwe negûharîne û li gorî berjêwendiyên civakê tevnegere wê rewşa aboriya Tirkiyê xerabtir bibe.

(bb)

ANHA