Di rojnameyên ereban de îro

Rojnameyên ereban di rûpelên xwe yên îro de bal kişandin ser tewanbarên ji Rûsiya re ku terorê li Sûriyê çêdike, her wiha zêdebûna çalakiyên li dijî dagirkeriya Tirk a ji  Efrînêre û çalakiyên li Îranê girtin dest.

Di rojnameyên ereban de îro
28 gulan, 2018   07:11

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên ereban di nivîsên xwe yên îro de jî rewşa li Sûriyê wekî mijareke sereke girtin dest, hate gotin ku di navbera Rûsiya û Rêjîma Sûriyê nakokî çbûye, her wiha çeteyên DAIŞ'ê leşkerên Rûs li Sûriyê kuştin wekî mijareke sereke girtin dest. Di rojnameyan de her wiha bal hate kişandin ser imkana ibtalkirina encamên hilbijartinên Îraqê, carde çalakiyên li Îranê, tenduristiya Serokê Filistînê û rewşa Yemenê jî wekî mijarê sereke hatin rojevê.

Rewşa Sûriyê

Rojnameyên ereban derbarê çalakiyên li dijî dagirkeriya Tirk ji Efrînê re girtin dest. Rojnameya El-Heyat derbarê mijarê de sernavê "Çalakiyên kurdan li dijî dagirkeriya Tirkiyê ji Efrînê re, zêde bûne" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de bal kişand ser meşên li dijî dagirkeriya Tirk ji Kurdistanê re hatin lidarxistin û ev tişt anî ziman: "Duh meşên li dijî dagirkeriya Tirk ji Efrînê re zêde bûn. heta gihişt gelek welatên Ewropa. Di heman demê de li tevahî herêmên kurdî yên Sûriyê çalakî hatin lidarxistin. Meşvanên ku jin û zilam bûn li kolanên Qamişlo ya girêdayî Hesekê geriyan. Meşvanan alên kurdî vekiribûn her wiha pankartên bi nivîsên li dijî dagirkeriya Tirk ji Efrînê re hatin vekirin. Meşvanan diurşmeyên li dijî Erdogan û dewleta Tirk hatin beriz kirin. Meşvanan wêneyên kesên di êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê de jiyana xwe ji dest dan, rakiribûn."

Wekî Xûta û Qelemûn.. Başûrê Sûriyê jî li ber şer a teslîmbûyînê ye

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî derbarê rewşa Sûriyê sernavê "Rêjîma Sûriyê ala êrîşa li ser başûr liba dike… Opozisyonê bi Artêşa rizgariyê, bersiv da" avêt. Rojnameya El-Qudis El-Erebî jî sernavê "Dera: Kombûna siyasî û leşkerî…. Saeta sifir li ber encamên danûstendinên başûr e" avêt.

Rojnameyê di nivîsa xwe de li ser zimanê çavkaniyên meydanî got ku hêzên girdayî Artêşa Sûriyê berê xwe didin eniya başûr a Sûriyê û wiha dom kir: "Li bendê ne ku parêzgeha Dera bibe meydana şer. Çavkaniyan destnîşan kirin ku hêzên firqeya 7, 9 û yekan hêza xwe li dera çêkir. Ji bilî van jî yekîneyênhêzên Nimir, Parêzvanên Cemhûriyet û firqeya 4'an jî gihan cihên meydanî yên li Derayê. Ev li gorî pîlana şer a li herêmên Derayê pêk tê. Hêzên rêjîmê li gundên Dera û Siwêda hatin bi cihkirin. Xwe amadekirine ku êrîşî Derayê bikin."

Alîgirên rêjîma Sûriyê: Rûsiya terorê çêdike

Rojnameyên ereban bal kişandin ser girtina polîsên Rûsiya ya endamên hêzên Rêjîmê ku li başûrê Şamê pêk hatiye. Rojnameya El-Heyat di vê derbarê de sernavê "Talankirin.. dibe sedema nakokiya di navbera Rûsiya û Şamê" avêt. Rojnameya El-Qudis El-Erebî jî derbarê mijarê sernavê "Alîgirên rêjîma Sûriyê, derbarê têkçûna heybeta dewleta Sûriyê, bi fikar in. Muxalif: Rûsiya ne kêmtir tevlîheviyê dike" avêt.

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî derbarê mijarê de sernavê "Şam ji riswakirina leşkerên Rêjîmê aciz e" avêt.

Rûsî hedefa DAIŞ'ê ne

Rojnameyên ereban her wiha di mijara hedefgirtina leşkerên Rûsiya li Sûriyê jî nivîs weşandin. Rojnameya El-Heyat derbarê mijarê de sernavê "Leşkerên Rûsî rastî êrîşa DAIŞ'ê hatin. Rêjîma Sûriyê ji libakirina şerê li Derayê paşde gavan davêje" avêt. Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî derbarê mijarê de sernavê "DAIŞ êrîşênxwe yên li çolistana Sûriyê zêde dike…9 leşkerên Rûsiya hatin kuştin" avêt. Rojnameya El-Qudis El-Erbeî jî derbarê mijarê de sernavê "DAIŞ li Dêrazor û Tedmur, bi dehan leşkerên Rûsiya û Sûriyê dikuje û dîl digre" avêt.

Rojnameya El-Ereb jî derbarê mijarê de sernavê "DAIŞ li Sûriyê nêçîra leşkerên Rûsiya dike" Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku DAIŞ'ê êrîşên xwe yên li ser noqteyên rêjma Sûriyê û hevkarên wê zêde kirine û wiha dom kir: "Êrîş li colistana Sûriyê pêk tê. Ev piştî derxistina endamên wan ji taxên başûrê Şamê pêk hat. Navneda Çavdêriya Mafê Mirovan destnîşan kir ku ji roja sêşemê ve 76 leşkerên Sûriyê û hevkarên wan ji çekdarên Îranê û Rûsiya hatin kuştin. Êrîşa herî dijwar li parêzgeha Dêrazorê pêk hat û di encamê de 35 leşker ji wan 9 Rûsî ne hatin kuştin."

Îraq

Derbarê rewşa Îraqê de jî rojanemeya  El-Şeriq El-Ewset sernavê "Agahiyên cûda derbarê mafê perlemantoyê de3rbarê ibtalkirina encamên hilbijartinan" avêt. Rojanemeyê got ku di dema ku komên di hilbijartinên Îraqê de biser ketin dê serokwezîrê dema pêş erkdar bikin."

Rojnameya El-Ereb li ser hilbijartinên Îraqê sernavê "wekî sextekarî di hilbijartinên Îraqê de, gumanan di rewa bûne hikûmeta pêş de derdixîne holê" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de bal kişand ser sextekariya di hilbijartinên giştî Îraqê de pêk hat.

Çalaliyên Îranê

Rojnameya El-Heyat derbarê çalakiyên li Îranê pêk tên sernavê "Tehran nîşana tundiyê liba dike" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku dadgehreiya Îranê duh mikur hat ku çalakî li Îranê têne lidarxistin û wiha dom kir: "Lê di heman demê de  hişyarî da ku hêzên ewlekariya Îranê dê bi xurtî bersiva çalakvanan bide."

Yemen

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derbarê rewşa Yemenê de jî sernavê "Artêşa Yemenê cihên stratejîk ên li ber Hedîdeiye bi dest xist." Avêt. Rojnameyê bal kişand ser serkeftinên ku Tariq El-Salih bidest xistine û destnîşan kir ku serkeftinên mezin bi dest xistin.

Lubnan

Rojnameya El-Heyat derbarê rewşa Lubanê sernavê "El-Herîrî nerînên cûda dixe nava hev, da ku hikûmetê saz bike" avêt.

Rojnameya El-Ereb jî derbarê reşwa tenduristî ya Serokê Filistînê Mehmûd Ebas sernavê "Dema mayîna Ebas li nexweşxaneyê hate zêdekirin" avêt. Rojanmeyê li ser zimanê berprisekî Filistînî ku ne xwest navê xwe eşkere bike diyar kir ku Ebas hîn tê dermankirin û hîn ji nexweşxaneyê derneketiye.

(dc)