Li kantona Hesekê meşên 26'ê Gulanê hatin lidarxistin

Li bajarê Hesekê, Serêkaniyê, Til Temir û  ên kantona Hesekê ya herêma Cizîrê jî bi hezaran welatiyên ji hemû pêkhateyan di çarçoveya çalakiyên 26'ê Gulanê meşên cûda lidar xistin. Di meşan de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatiye ferizkirin, hate şermezarkirin û ji Ocalan re azadî hate xwestin

Li kantona Hesekê meşên 26'ê Gulanê hatin lidarxistin
Li kantona Hesekê meşên 26'ê Gulanê hatin lidarxistin
Li kantona Hesekê meşên 26'ê Gulanê hatin lidarxistin
Li kantona Hesekê meşên 26'ê Gulanê hatin lidarxistin
Li kantona Hesekê meşên 26'ê Gulanê hatin lidarxistin
Li kantona Hesekê meşên 26'ê Gulanê hatin lidarxistin
Li kantona Hesekê meşên 26'ê Gulanê hatin lidarxistin
Li kantona Hesekê meşên 26'ê Gulanê hatin lidarxistin
Li kantona Hesekê meşên 26'ê Gulanê hatin lidarxistin
Li kantona Hesekê meşên 26'ê Gulanê hatin lidarxistin
26 gulan, 2018   10:42

HESEKÊ

Bi sedan şêniyên Hesekê yên ji hemû pêkhateyan di çarçoveya çalakiyên 26'ê Gulanê li Çerxeriya Sînalko kom bûn. Girseya ku bê navber diruşme beriz dikirin û pankarên bi nivîsên li dijî dagirkeriya Tirk vekiribûn heta Çerxeriya Itfaiyê meşiyan. Li vir girseya gel kom bûn li vir piştî rêzgirtinê Hevserokê Meclîsa Kantona Hesekê Ebdulxenî Oso axivî û got ku dewleta Tirk careke din dixwaze dagirkeriya Osmanî ya herêmê bidomîn e û wiha dom kir: "Gelê me wê bi tekoşîna xwe rê nede dewleta Tirk ku siyasetên xwe yên dagirkeriyê li herêmê pêk bîne."

Piştî axaftin bi dawî bû, girseya gel bi diruşmeyan dawî li meşê anîn.

TIL TEMIR

Bi dehan şêniyên Til Temir jî bi heman armancê li ber Meclîsa Malbatên Şehîdan kom bûn. Welatiyên ku ji hemû pêkhateyan pêk dihatin posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, al û sembolên herêmê vekiribûn, her wiha pankartên bi nivîsên li dijî dagirkeriya Tirk ji xaka Kurdistanê re vekiribûn û bê navber diruşme beriz dikirin meşiyan. Meşvan li kolanên bajar geriyan û li Kolana Filistîn kom bûn.

Li vir piştî rêzgirtinê Cîgirê Hevserokê Meclîsa Kantona Hesekê Hemze Tolhildan  axivî û got ku  ji bajarê Til Temir şarê biratiya gelan û jiyana hevbeş ew berxwedana hemû azadîxwazên cîhanê silav dikin û wiha dom kir: "li Bakruê Sûriyê şerekî mezin heye. Dewleta Tirk bi hemû hêza xwe dixwaze herêmê bixe bin destê xwe. Em hemû ji dagirkeriya Tirk a ji Efrînê re dibêjin na."

Piştî axaftinê meş bi diruşmeyan bi dawî bû.

SERÊKANIYÊ

Bi sedan welatiyên Serêkaniyê û Zurgan di çarçoveya çalakiyên roja 26`ê Gulanê roja terkoşîna li dijî dagirkeriya Tirk ji xaka Kurdistanê re, meşyan.

Welatî li ber ber Mal Gel kom bûn û bi diruşmeyên li dijî dagirkeriya Tirk meşiyan. Girseya gel heta Meydana Azadî meşiyan û li vir kom bûn. Li vir li ser navê TEV-DEM'ê Osman Xelîl axivî û ku şêniyên Efrînê li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin û wiha dom kir: " Dewleta Tirk a dagirker dixwaze li hemû Rojhilata Navîn pîlana xwe ya dagirkeriyê pêk bîne. Dagirkirina Efrînê di vê çarçveoyêd e pêk hatiye. Lê gelê herêmê bi tekoşîna xwe dê hemû pîlanên dagirkeriya Tirk vala derbixin."

Piştî axaftin bi dawî bû, meşvanan bi diruşmeyan dawî li meşa xwe anîn.

DIRBÊSIYÊ

Di heman çarçoveyê de bi dehan şêniyên Dirbêsiyê jî meşiyan. Meşvanên ku bê navber diruşmeyên li dijî dagirkeriya Tirk beriz dikirin ji ber Navenda Ciwanan a li bajarê Dirbêsiyê dest bi meşê kirin.

Meşvanan her wiha pankartên bi nivîsên "Berxwedana Serdemê berxwedana azadiyê ye..Azadiya Rêber APO, Meşa gelan a li dijî dagirkeriya Tirkiyê ye" vekiribûn.

Meşvanên bê navber diruşme qîr dikirin heta sûka bajar meşiyan.

Meşvan li vir kom bûn û piştî rêzgirtinê Endamê Rêveber ê Meclîsa Navçeya Dirbêsiyê Ebdulah Şêxka axivî û got ku gelê Bakurê Sûriyê li dijî dagirkeriyê serî hildane û dê xaka xwe ji dagirkeriyê rizgar bikin.

Welatiyan meş bi diruşmeyan bi dawî kirin.

(dc)

ANHA