Welatiyên Qamişlo li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê rabûn ser piyan

Di çarçoveya roja cîhanê ya têkoşîna li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê li ser Kurdistanê de, bi hezaran welatiyên kantona Qamişlo du meşên cûda li bajarên Qamişlo û Tirbestpiyê lidar xistin û dagirkeriya Tirkiyeyê li Efrînê û giştî Kurdistanê şermezar kirin.

Welatiyên Qamişlo li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê rabûn ser piyan
Welatiyên Qamişlo li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê rabûn ser piyan
Welatiyên Qamişlo li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê rabûn ser piyan
Welatiyên Qamişlo li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê rabûn ser piyan
Welatiyên Qamişlo li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê rabûn ser piyan
Welatiyên Qamişlo li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê rabûn ser piyan
Welatiyên Qamişlo li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê rabûn ser piyan
Welatiyên Qamişlo li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê rabûn ser piyan
Welatiyên Qamişlo li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê rabûn ser piyan
Welatiyên Qamişlo li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê rabûn ser piyan
26 gulan, 2018   10:48

QAMIŞLO

Li ser daxwaza komeke akademîsyen, ronakbîr, siyasetmedar, partî, komele û saziyên civaka sivîl ên Kurdistan û cîhanê ji hemû hikûmet û rêxistinên navnetewî (Netewên Yekbûyî, NATO, Yekîtiya Ewropa û Yekîtiya Ereban) û gelên demokrasîxwaz ên cûhanê xwestin ku dijberiya dagirkeriya Tirkiyeyê bikin û alîkariya têkoşîna ji bo azadiya Kurdistanê bikin.

Bi hezaran welatiyên bajarê Qamişlo bi hemû pêkhateyên wê û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi boneya roja cîhanê ya têkoşîna li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê li ser Kurdistanê xwepêşandanek lidar xistin.

Xwepêşandêr li çerxeriya El-Sewamêh a taxa Cûdî (Qenat Siwês) kom bûn. Xwepêşandêran alên YPG'ê, YPJ'ê, QSD'ê, TEV-DEM'ê, Kongra Star û wêneyên Rêberê Netewa Demokratîk Abdullah Ocalan bilind.

Xwepêşandêran her wiha pankartên bi nivîsên weke "Meşa gelan li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, Efrîn em bi te re ne heta mirinê." Û wêneyên zarokên Efrînê ku bûne qurbaniyên hovîtiya êrîşa Tirkiyeyê û li ser wiha hatibûn nivîsandin: "Dengê qêrîna zarokên Efrînê bibihîsin".

Xwepêşandan ji çerxeriya El-Sewamêh dest pê kir û di nava taxên Cûdî û Enteriyê re geriyan. Beşdaran durişmeyên silavkirina berxwedana welatiyên Efrînê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê diqîriyan û destdirêjiyên Tirkiyeyê li dijî sivîlan şermezar dikirin. Her wiha durişmeyên "bi can bi xwîn em bi te re ne Efîrn, Efrînê em heta mirinê bi te re ne, Erdogan kujer e" diqîriyan.

Xwepêşandan li pêşiya navenda Meclîsa Gel a taxa Enteriyê rawestiya. Li vir piştî deqeyeke rêzgirtinê Hevserokê Meclîsa Rêveber a kantona Cizîrê Ebdilkerîm Sarûxan axivî. Sarûxan got ku dewlta Tirk sedema sereke ya mezinbûna aloziya Sûriyeyê ye û li pêşiya çareseriya vê aloziyê her tim dibe asteng.

Sarûxan di axaftina xwe de destnîşan kirk u tenê gelê Sûriyeyê buhaya fatûreya hevpeyman û berjewendiyên navnetewî di Sûriyeyê de dide û wiha domand: "dagirkeriya Tirkiyeyê li ser axa me ne cara yekemîn e. dîroka Osmaniyan bi komkujiyên di derheqê gelên herêmê de ji her kesî re eşkere ne."

Sarûxan her wiha da zanîn ku dagirkeriya Tirkiyeyê ne tenê di Sûriyeyê de ye lê belê niha derbasî kûraniya Başûrê Kurdistnaê jî dibe û bi hemû hêz û derfetên xwe hewl dide dewleta Osmaniyan ji nû ve vejîne.

Sarûxan di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku berxwedana şervanên YPG'ê û YPJ'ê di hundirê Efrînê de berdewam dike û roj bi roj xurtir dibe û heta rizgarkirina herêmê dê têkoşîna xwe bidomînin.

Xwepêşandan bi durişmeyên silavkirina berxwedana Bakurê Sûriyeyê û şermezarkirina dagirkeriyê bi dawî bû.

TIRBESPIYÊ

Di bin durişmeyên "Efrînê dê ji welatiyên xwe re bimîne, bi rihê Avesta û Barînê em ê Efrînê rizgar bikin" de, bi sedan welatiyên navçeya Tirbespiyê meşiyan.

Meş ji ber Navenda Kongreya Star a Tirbespiyê destpê kir. Girseya gel ku bê navber diruşme beriz dikirin di kolana sereke ya bajar de meşiyan. Meşvanan guhertina Demografî û êrîşên li ser şêniyên Bakurê Sûriyê bi tundî şermezar kirin.

Meşvan li dawiya sûka zebzeyan kom bûn. Li vir piştî rêzgirtinê endamê Rêveber ê TEV-DEM'ê Nûrdîn Şakir û Endama Rêveber Kongreya Star Xaliya Eyûb axivîn.

Di axaftinan de hate gotin ku meşên di çarçoveya çalakiyên 26'ê Gulanê de hatin lidarxistin, bersiva dagirkeriya Tirk û Erdogan re ye û gotin ku şêniyên herêmên li dijî dagirkeriyê heta dawî tekoşîna xwe mezin bike.

Piştî axaftinan girseya gel bi diruşmeyan dawî li meşa xwe anîn.

(dc)

ANHA