Tirkiyê 3 hezar çete ji bo Efrînê perwede dike

Artêşa Tirk a dagirker bi hezaran çeteyên ku ji gelek herêmên Sûriyê kom kirine perwede dike û wê di bin navê "Polîs" de bişîne Efrînê.

Tirkiyê 3 hezar çete ji bo Efrînê perwede dike
Tirkiyê 3 hezar çete ji bo Efrînê perwede dike
26 gulan, 2018   08:15

EFRÎN

Çavkaniyên taybet ji hindirê Akademiya Polîsên Tirk a li wîlayeta Sîwasê ji ajansa me re ragîhandin ku Artêşa Tirk di akademiyê de 3 hezar çeteyan niha di bin navê "Polîsên Azad" de perwede dike û dê wan bişîna Efrînê.

Heman çavkanî da zanîn ku Artêşa Tirk roja pêncşema derbasbûyî dest bi dewreyê kir, navê dewreyê jî kirine "Dewreya Komandos" di dewreyê de 3 hezar çete têne perwerde kirin. Hate gotin ku çeteyên ji gelek aliyên Sûriyê û welatiyên Sûriyê yên li Tirkiyê dimîn in tevlî perwedeyê bûne. Hate gotin ku dê perwede 21 rojan dewam bike.

Çavkanî her wiha destnîşan kir ku çeteyên di perwedeyê de cilên polîsên Tirkiyê li xwe dikin û li ser wan gotina Polîs hatiye nivîsandin. Fermandarên Tirk û polîsên taybet li ser perwedeya wan disekin in.

(dc)

ANHA