Aldar Xelîl: Me li Misrê Kongreya Qahîra-3 nîqaş kir

Hevserokê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl diyar kir Misr hêvî kiriye ku Kongreya Qahîra-3 were lidarxistin û endamên wê bibin riya çareserkirina aloziya Sûriyê. Xelîl, her wiha da zanîn ku Misr piştgiriya xwe bi gelê Efrînê re anî ziman û dagirkeriya Tirkiyê ji Efrînê re qebûl nekirine.

Aldar Xelîl: Me li Misrê Kongreya Qahîra-3 nîqaş kir
25 gulan, 2018   12:20

NEJBÎR OSMAN/AZAD SEFO/NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyek ji Bakurê Sûriyê bi armanca nîqaşkirina geşdanên dawî yên li Sûriyê û tevahî Rojhilata Navîn serdana dewleta Misr kir. şandeyê di serdanê de bi berpirsên misrê re hevdîtin pêk anîn û mijara aktîfkirina Kongreya Qahîra ya derbarê rewşa Sûriyê de bi wan re nîqaş kirin.

Şandeya Bakurê Sûriyê ji Hevserokê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl, Cîgirê Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Husên Ezam û Endama Desteya Rêveber a Fedraliya Bakurê Sûriyê Elîzebêt Goriya pêk dihat.

Aldar Xelîl derbarê encamên hevdîtina wa ya bi berpirsên Misrê re agahî dan ajansa me (ANHA) û ev tişt anî zi man: "Ji beriya çens salan ve di navbera Rêveberiya Bakurê Sûriyê û Misrê de têkiliyên xurt hene. Bandora Misr a li ser herêmê mezine, rayedarên Misrê karîbûn vê rolê biparêzin. Helwesta wan ji hemû aliyên Sûriyê jî diyar e. bandora helwesta wan li ser rewşa li Sûriyê heye. Li ser vî esasî têkiliyên me bi Misrê re li ser esasê rêzgirtinê pêk tên."

Xelîl, di berdewama axaftina xwe de jî got ku helwesta Misrê derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Efrînê zelal bû û wiha dom kir: "Helwesta Yekîtiya Ereban derbarê êrîşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Efrînê diyar e. Helwesta wan ji ya hemû welatên cîhanê zelatir bû. Wan êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin. Vekirî gotin ku ne ji mafê tu dewletên herêmên cîranên Sûriyê ye ku xaka wê dagir bikin."

'Hewldanên Misr ji destpêkê de hebû'

Xelîl, di berdewama axaftina xwe de jî destnîşan kir ji destpêka aloziya Sûriyê û vir ve Misr hewl dide ku aloziya Sûriyê bi awayekî aştiyane were çaresrkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Misr du caran bi gelek aliyên opozisyona Sûriyê yên li Qahîra dimîn re civiya. Dewleta Misr bi wan aliyan re hewl da ku riya çareseriyê ji aloziya Sûriyê re bibîne. Lê ji ber komên opozisyonê û lîsteyên wan zêde bûn, aloziya Sûriyê hîn girêktir bû."

'Me pêşeroja Sûriyê nîqaş kir'

Xelîl her wiha destnîşan kir ku di hevdîtina wan bi Wezareta Derve ya Msirê re aloziya Sûriyê û pêşeroja wê nîqaş kirine û wiha dom kir: "Me rola Misrê û çawaniya çareserkirina aloziya Sûriyê nîqaş kir. Wezareta Derve ya Misrê diyar kir ku ew amade ne bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidin da ku aloziya Sûriyê were çareserkirin."

Kongreya Qahîra-3

Xelîl, her wiha da diyarkirin ku di nîqaşên wan de lidarxistina Kongreya Qahîra-3 nîqaş kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Misr tekez kir ku heger em bi hêzên din ên opozisyonê re lihev bikin û me bername û pirojeyek destnîşan kir, ew amadene piştgiriya projeya çareserkirina aloziya Sûriyê bikin. Ew ê her wiha piştgiriya imkanên lidarxistina Kongreya -3 bikin."

Hevserokê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl di axaftina xwe de jî got ku niha mijar bi wan ve girêdye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Heger em bi aliyên din ên opozisyonê re civiyan û me pîlan û bernameyek kar ji bo lidarxistina Kongreyê danî. Em ê wê demê bi berpirsên Misrê re bikevin nava hevkariyê. Ya girîng ew e ku Misr diyar kiriye ku ew amadene piştgiriyê bikin. Misr hêvî dike ku encamên Kongreya Qahîra-3 erênî derbas bibe. "

Aldar Xelîl di dawiya axaftina xwe de jî destnîşan kir Misr hêvî dike ku endamên Kongreya danûstendinan a Qahîra-3 berdewama civînên berê be û ev tişt anî ziman: "Divê li Kongreyê wekî anternatîfa Cinêv û Astana neyê nerîn, lê belê ew gava berdewamkirina wan civîn û kongreya ne."

(dc)

ANHA