Di her konekî koçberiyê de serpêhatiyek heye

Di her konekî kampên koçberiyê yên li Bakurê Sûriyê de koçberên ku êş û zehmetî dîtine, jiyan dikin. Di her konekî de serpêhatiyek koçberiyê, derberdî, wêranî û mirinê heye.

Di her konekî koçberiyê de serpêhatiyek heye
Di her konekî koçberiyê de serpêhatiyek heye
Di her konekî koçberiyê de serpêhatiyek heye
Di her konekî koçberiyê de serpêhatiyek heye
25 gulan, 2018   10:00

HEMED EL-MUSTEFA / DÊRAZOR

Piştî ku hêzên QSD'ê piraniya herêmên Bakurê Sûriyê ji komên çete yên DAIŞ'ê rizgar kirin. Li Reqa, Minbic û Tebqa jî ku çeteyan wekî bargehên xwe yên sereke bikar tanîn, aramî û ewlekarî pêk hat.

Ji ber kiryarên hêzên rêjîma Sûriyê û çeteyan rojane bi sedan welatiyên sivîl koçber dibin û berê xwe didin herêmên di bin serweriya QSD'ê de. Hejmarek mezin ji welatiyên koçber li kampên koçberan têne bicihkirin.

Di wan konan de bi sedan serpêhatiyên welatiyan hene. Jina bi navê Necah El-Ebdela (55) ya ji bajarê Dêrazorê dayîka 5 keç û 6 xortan e. ji ber kiryarên rêjîmê bi malbata xwe re koçber bû û berê xwe da Bakurê Sûriyê .

Necah serpêkhateya xwe û malbata xwe wiha anî ziman: "Ji ber kiryarên rêjîma Sûriyê û pêkanîna komkujiyan, em ji mala xwe koçber bûn. Zarok û mezin qetil dikirin, ji bo em xwe biparêzin em hatine vir."

Necah di berdewama axaftina xwe de jî got ku rojekê ew li mala xwe runiştîbûn dengê balafiran bihîstin û wiha dom kir: "Balafir di ser me re digeriya, me feriq kir ku mirin li derdora me ye. Me wê demê nas kir ku balafir dê cihekî bombebaran bikin. Çend deqe derbas bûn, balafire malek li nêzî me bombebaran kir, dûman rabû, qirîna zarok û jinan bilind bû. Ji dumanê me tiştek nedît. Me ne dizanî çi heye. Heta piştî çend deqe derbas bûn, paşê me hev dît. Hevjînê min miribû, parçeyek jî li serê kurê min ket. Ji ber wê niha dîn bûye."

'Mala me wêran bû'

Necah her wiha destnîşan kir ku mala wan jî xira bû û wiha pê de çû: "Mala me jî wêran bû, Sê sal berê em ber bi Reqayê ve hatin. Lê tiştek ne hate guhertin.  Li vir jî ewlekarî nîn bû, êşa me hîn zehmetir bû. Ji ber derman nîn bû, kurê min jiyana xwe ji dest da."

Necah û malbata xwe niha di kampa Ebû Xeşeb a herêma Dêrazorê de jiyan dibe. Keça wê ya 12 salî nexweşe, derman nikare peyda bike. Koçbera bi navê Necah bang li rêxistinên mirovî kir ku alîkariya wan bikin.

Jina koçber a bi navê Fatma El-Hoşan a ji El-Bûkmal a Dêrazorê jî ji ber kiriyarên çeteyên DAIŞ'ê gelek zehmetî jiyan kir. Ji ber êrîşên rêjîma Sûriyê û kiryarên çeteyên DAIŞ'ê neçar ma mala xwe terik bike û koçber dibe.

Fatma derbarê mijarê de got ku rêjîma Sûriyê êrîşeke dijwar anî ser bajarê El-Bûkmal û wiha dom kir: "Em di bajar de bûn. Ji ber bombebarana balafirên rêjîmê min kurê xw winda kir. Bombebaran li dijî biçûk û mezinan pêk dihat. Tiştekî me biparêze nîn bû, lewma em koçber bûn û em hatin herêmên QSD'ê."

Li bazirganên mirovan rast hatin

Fatma da zanîn ku dema ew hatin herêmên QSD'ê ji bo her kesekî 75 lîreyên Sûriyê dan û wiha dom kir: "Di rê de kurê min Cerah El-Nasir winda bû. Heta niha jî me tu agahî li ser ne girtiye. Ev nêzî salekê bûye min tu agahî ji kurê xwe ne girtiye."

Fatma di dawiya axaftina xwe de spasiya hêzên QSD'ê yên pêşwaziya wan kir û bang li rêxistinên navdewletî û mirovî kirin ku alîkariya wan û hemû koçberan bikin.

(dc)

ANHA