Leşkerên Tirk li Silopiyê alên HDP'ê qetandin

Li Silopiyayê, alên HDP'ê yên li ber buroya hilbijartinê ya HDP'ê hatibûn daliqandin, ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin qetandin.

Leşkerên Tirk li Silopiyê alên HDP'ê qetandin
25 gulan, 2018   09:49

NAVENDA NÛÇEYAN

Li taxa Cûmhûriyet a navçeya Silopiya ya Şirnexê, wê piştî çend rojên din buroya hilbijartinê ya HDP'ê bê vekirin. Alên HDP'ê yên li ber buroya hilbjiartinê hatibûn daliqandin ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin qetandind.

Li navçeya Qoser a Mêrdînê jî, alên HDP'ê yên li kolana ku buroya hilbijartinê ya jinan a HDP'ê lê ye hatibûn daliqandin, bi fermana polîsên Tirk doh êvarê hatin daxistin.