Bahoza Mekunu dê sibe bighêje Erebistana Siûdiyê

Raydarên Erebistana Siûdiyê diyar kirin ku Bahoza Mekunu dê sibe (şemiyê) bighêje Erebistana Siûdiyê. Hete gotin wê bahoz bandorê li beşek mezin ji Erebistana Siûdiyê bike.

Bahoza Mekunu dê sibe bighêje Erebistana Siûdiyê
25 gulan, 2018   09:45

NAVENDA  NÛÇEYAN

Berdevkê Fermî yê Desteya Giştî ya Çavdêrî û Parstina Hawîrdorê Husên diyar kir ku "Bahoz Mekunu "  dê sibe derbasî beşê rojhilat ê Erebistana Siûdiyê bibe.

Desteya Giştî ya çavdêrî û parastina hawîrdorê diyar kir ku bahoza Mekunu piştî di Seltena Uman û Yemenê re derbasî bû sibe dê derbasî ERebistana Siûdiyê bibe û wê heta roja sêşemê dewam bike.

(dc)