Saetên ceyranê li El-Mensûr tê zêdekirin

Mudîriyeta Enerjiyê ya Rêveberiya Sivîl a Herêma Tebqayê biryar da ku saetên ceyranê li bajaroka El-Mensûr  di meha Remezanê de were zêdekirin.

Saetên ceyranê li El-Mensûr tê zêdekirin
25 gulan, 2018   09:28

TEBQA

Mudîriyeta Enerjiyê ji bo zehmetiyan di meha Remezanê de li ser welatiyan kêm bike, biryar da ku saetên dayîna ceyranê li bajaroka El-Menûsr zêde bike. Di nava biryarê de hate gotin ku dê saetên ceyranê li bajaroka El-cirniye ya li bakur-rojavayê Tebqayê jî were zêde kirin.

Nihar kar hatiye destpêkirin ku ceyran ji bajaroka El-Mensûr û gundê Hinîde yên rojavayê Tebqayê were dayîn.

Hate gotin ku dema ceyran baş dê zext li ser jenetora heyî were kêmkirin, ew jî dê ceyranê bide El-Mensûr û gundê Hinîda.

Di meha Remezanê ya sala derbasbûyî de welatiyên Tebqayê ji bo qalibek qeşa bi dest bixin neçar diman li pey hêv rêz bibin û bi saetan disekinîn.

Hevserokê bajaroka El-Mensûr Ferec El-Yûsif derbarê rewşa ceyranê ya li bajaroka El-Mensûr got ku zêdekirina saetên ceyranê li ber çavane û da zanîn ku zêdekirina wê bandoreke erênî li ser jiyana welatiyan kiriye.

 (dc)

ANHA