Li Lîbiyayê teqîn: 6 kesan jiyana xwe ji dest da

Li bajarê Bingazî ya Lîbiyayê erebeyeke bombebarkirî teqiya. Di encamê de zarokak jî di nav de bi giştî 6 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 20 kesan birîndar bûn

Li Lîbiyayê teqîn: 6 kesan jiyana xwe ji dest da
25 gulan, 2018   09:15

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Fermî yaê Odeya Ewlekariyê ya Bingazî Tariq El-Xeraz diyar kir ku li kolana Cemal Ebdulnasir a li nêzî bajarê Bengazî ya li rojhilatê Lîbiyayê duh di saetên êvêarê de erebeye bombebarkirî teqiya.  Di encamê de 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 20 kesan birîndar bûn.

(dc)

ANHA