Hewaya Remezanê di sûka Tebqayê de cûdaye

Tevgera bazirganî ya sûkên Tebqayê di meha Remezanê de zêde dibe. Kolan tijî dibin û bazirganî zêde dibe. Welatî pêdiviyên xwe yên rojane destîn in.

Hewaya Remezanê di sûka Tebqayê de cûdaye
Hewaya Remezanê di sûka Tebqayê de cûdaye
Hewaya Remezanê di sûka Tebqayê de cûdaye
Hewaya Remezanê di sûka Tebqayê de cûdaye
Hewaya Remezanê di sûka Tebqayê de cûdaye
25 gulan, 2018   08:55

UDEYÎ EL-EHMED/TEBQA

Dikandarê bi navê Ehmed El-Rawî ku dikana wî di sûka Tebqayê de diyar kir ku di meha Remezanê de tevgera sûkê zêde dibe û wiha dom kir: "Tevgera îsal ji sala derbasbûyî  ji gelekî zêdetir bû ye. Îro gelek cûreyên madeyan têne peydakirin, buhayên wan jî tê qebûlkirin."

Ewlekariya li herêmê û qanûnên ji aliyê Komîteya Aborîya Rêveberiya Sivîla ya Demokratîk a Herêma Tebqayê diyar kir ku gelek welatiyan berhemên xwe di sûkê de difroş in.

Welatiyê bi navê Mihemed Silêman derbarê mijarê got ku hemû pêwîstiyên rojane li sûkên wan têne peydakirin û wiha dom kir: "Îsal rewş başe, hemû pêwstiyên têne xwestin hene. Di heman demê de ceyran, av û madeyên jiyanî bi buhayên baş hene."

Dikandarê bi nbavê Qasim El-Ibrehîm ku dikana wî ya firotina pêlavan heye derbarê mijarê de wiha got: "Bi destpêkirina meha Remzanê tevgera sûkê zêde bû ye."

Tevgera sûka Tebqayê hîn jî didom, rojane jî berhem têne herêmê.

(dc)

ANHA