Şaredariya El-Mensûra rê li pêşiya nexweşiyan digire

Buroya Tenduristî ya girêdayî Şaredariya Gel a bajaroka El-Mensûra ya Tebqayê hewl dide bi hemû hêz û derfetên xwe rê li pêşiya nexweşiyên ji ber kombûna qirêjiyê û golên ava kanalîzasyonê yên li nava zeviyan ên nêzî Navenda Ava Vexwarinê derketine, bigire.

Şaredariya El-Mensûra rê li pêşiya nexweşiyan digire
Şaredariya El-Mensûra rê li pêşiya nexweşiyan digire
Şaredariya El-Mensûra rê li pêşiya nexweşiyan digire
24 gulan, 2018   11:37

EBDILREZAQ ZEKERIYA / TEBQA

Piştî ku bajarê El-Mensûra ya rojhilatê bajarê Tebqayê ji destên çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin, şaredariya gel a bajarok rastî gelek pirsgirêkan hat û piraniya wan ji derfetên wê mezintir in.

Pirsgirêka kanalîzasyonê û parzûnkirina ava qirêj hêjî berdewam e. Şaredariya Gel jî ji pîşekaran xwe xwest ku lêkolînekê di derbarê mijarê de amade bikin da ku pirsgirêk were naskirin û lêçûna sererastkirina wê bête diyarkirin.

Di vê çarçoveyê de, hevserokê Şaredariya Gel a El-Mensûra, Ferec El-Yûsif behsa astengiyên rastî welatiyan tê kir, nemaze ji ber xetimandina gelek kanalên kanalîzasyonê û navenda parzûnkirina ava qirêj jî bi temamî hatiye rawestandin.

El-Yûsif got ku qutbûna kabloyên kehrebeyê yên navendê hişt ku mijar xirabtir bibe û di encama lehiya vê dema dawî de pirsgirêk mezintir bû.

El-Yûsif her wiha da zanîn ku wan ew bi hemû hêz û derfeta xwe û bi hevkariya Şaredariya Gel a Tebqayê hewl didin vê pirsgirêkê çareser bikin .

ANHA