56 Fermandarên QSD'ê perwerdeya xwe bi dawî kirin

Akademiya Şehîd Ezîz Ereb a perwerdeyên leşkerî dewreya perwerdehiyê ku ji 56 fermandarên QSD'ê pêk dihat bi merasîmekê hate bidawîkirin.

56 Fermandarên QSD'ê perwerdeya xwe bi dawî kirin
56 Fermandarên QSD'ê perwerdeya xwe bi dawî kirin
56 Fermandarên QSD'ê perwerdeya xwe bi dawî kirin
56 Fermandarên QSD'ê perwerdeya xwe bi dawî kirin
56 Fermandarên QSD'ê perwerdeya xwe bi dawî kirin
24 gulan, 2018   11:11

GIRÊ SPÎ

Akademiya şehîd Ezîz Ereb a navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî dewreyeke perwerdeya leşkerî ji 56 fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re di bin navê dewreya Şehîd Sîpan Deraa de bi dawî kir.

Dewre 40 rojan dom kir û têde waneyên siyasî, leşkerî û fikrî hatin dayîn.

Di merasîma bidawîkirina dewreyê de Endamê Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Mistefa, endama Fermandariya Yekîneyên Parastina Jin Şîlan Kobanê û gelek fermandarên QSD'ê beşdar bûn.

Merasîm bi tûreneke leşkerî dest pê kir paşê Mihemed Mistefa axivî û wiha got: "Parastina axa welat û şopandina riya şehîdan ku canê xwe fedayî welat kirine erka me ya sereke ye." Mistefa her wiha pesna berxwedana şervanan di berxwedana Serdemê ya Efrînê de li dijî hovîtiya dagirkeriya Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê da.

Piştî axaftinê fermandarên beşdarî dewreyê bûne belgenameyên xwe yên beşdarbûna dewreyê wergirtin.

Merasîm bi xelekên dîlanê li ber stranên şoreşgerî û durşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

ANHA